Navenda Nûçeyan - Ciwan Haco: ”Seîd Yûsiv stûneke muzîka kurdî bû”.
Xweşnav Tilo: ”Ez xwe weke şagirtekî Seîd Yûsiv dihesibînim”.
Narîn Feqe: ”Seîd Yûsiv kedeke mezin li pey xwe dihêle”.
Duh hunermendê navdar ê muzîka kurdî Seîd Yûsiv li nexweşxaneyeke Stenbolê wefat kir.
Derbarê koça dawî ya Seîd Yûsiv û rola wî ya di muzîka kurdî de Radyoya Swêdê bi Ciwan Haco, Narîn Feqe û Xweşnav Tillo re axivîn.
Ji bo hevpeyvînan li rapora dengî guhdarî bike!