Seidî Pîra: Li Kerkûkê metirsî li ser kurdan heye

.

 Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre dibêje, li Kerkûkê metirsî li ser kurdan heye, ji bo rûbirûbûna van metirsiyan jî, divê YNK û PDK nakokiyên xwe bidin aliyekî.

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji K24ê re got: “Pêwîst e YNK û PDKê nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi hev re çareseriyekê ji vê rewşê re bibînin, da ku gefên li ser kurdan li Kerkûkê têk bibin û ev plan bi ser nekeve.”

Seidî Ehmed Pîre tekez kir jî: “Niha girîng e em hemû baldar bin, nabe em bi depoya benzînê biçin agir vemirînin. Agir bi avê vedimire, ne bi benzînê. Nerazîbûna me çi dibe bila bibe, divê em wextê winda nekin, ta ku metirsiya li ser me bi ser nekeve.”

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn