Seidî Pîre: Di wan 10 rojên pêş de civîna YNKê û PDKê dê birêve biçe

.

Endamê Polîtburoya YNKê dibêje berî dawî hatina sala 2022yê civîna YNKê û PDKê dê birêve biçe û ev daxwaza gel e. Ji ber aloziyên YNKê û PDKê bandora xirab li ser jiyana xelkê jî kiriye.

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre derbarê civîna YNKê û PDKê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 20.12.2022 ye û 10 rojên me maye bo bi dawî hatina sala nû û di heyama wan deh rojane da, bi piştrastî ve civîna herdu aliyan dê birêve biçe. Ji ber ev yek daxwaza gel e û dostên me ye jî, ku herkes biçe ser karê xwe.’’

Derbarê dem û cîhê civînê û ew kesên ku beşdarî civînê bibin de jî Seidî Pîre ragehand: ‘’Dem û cîh hîn nehatiye diyar kirin, herwaha dê şande ji kî jî pêkbê hîn nehatiye diyar kirin. Lê ew aloziyên di navbera herdu aliyan de heye hinekî nerm bûye, li aliyekî din ve jî ragirtina şerê medyayê û hêvîdarim medyayên fermî û sîber alîkarbin bo pêşde birina proseyê, ji ber aloziyên navbera herdu aliyan bandorê li ser bazar, jiyan û rêveçûna xelkê jî dikin.’’

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye