Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Pîre îro 28ê Çile ragihand ku PDK û YNK li ser parvekirina postên hikûmeta dehemîn di navbera aliyên siyasî gotûbêjan dikin.
Sadî Pîre got, “Biryar e di çend rojên bê de lijneyên teknîkî yên PDK û YNKê bicivin, ku reşnivîsekê ji bo awayê xebitîna hevpar a aliyên siyasî û bi taybet jî ya her du partiyan amade bikin.”
Berdevkê YNKê diyar kir, “Armanceke din a wê civînê gengeşekirina li ser parvekirina postan û danîna kesên li cihên girîng e û herwiha nehiştina ti pirseke hilawistî ye.”