Sekreterê Giştî yê NY: Li Efxanistanê xelk bo kirîna xwarinê zarokên xwe difiroşin

.

Di demekê de ku Efxanistan di krîzeke dijwar a aborî re derbas dibe, welatên cîhanê mijûlî dîtina mekanîzmekê ne ji bo ku Talibanê neçar bikin bêtir rêz li mafên jinan bigire û welat neke stargeha terorê. Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî jî amaje bi nedana mûçeyan li Efxanistanê dike û dibêje, 9 milyon xelkê Efxanistanê rastî birçîtiyê hatine û ji ber hejarî û birçîtiyê hin malbat zarokên xwe difiroşin.

Di sedsala 21an de, Efxanistan ber bi wê yekê ve diçe ku mezintirîn karesata mirovî lê çê bibe. Di demekê de ku kêmtir ji 6 mehan di ser desthilata Talibanê re derbas dibe, li Efxanistanê hin malbat hene ku ji ber hejariyê û ji neçariyê zarokên xwe bo pariyekî nan difiroşin.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Antonio Guterres jî roja Çarşembê 26ê Çileya 2022an, Efxanistan wek dojeh bi nav kir.

Antonio Guterres ragihand, “Bi milyonan zarok bi taybet keç û %70 ji mamosteyan mûçeyên wan nîne. Nîvê xelkê li Efxanistanê rastî birçîtiyeke xirab bûne. Welat tûşî hişkesaliya herî xirab ji 20 sal beriya niha ve bûye ku 9 milyon kesan dehf dide ber bi birçîtiyê ve. Zêdetir ji %80 nîşteciyan neçar in ava pîs vexwin û hin malbat zarokên xwe difiroşin daku bikarin xwarinê bikirin.”

Her li gor Netewên Yekbûyî, sedema serekî ya wê krîzê ew e ku aboriya Efxanistanê pişta xwe bi alîkariyên navdewletî girê dide ku piştî vekişîna hêzên Amerîkayê û destdanîna Talibanê li ser desthilatê, piraniya alîkariyên navdewletî yên bo wî welatî hatin qutkirin.

Niha Amerîka û hevpeymanên wê yên ewropî dixwazin mekanîzmeke navdewletî xêz bikin ku Talibanê neçar bike bêtir rêzê li mafên jinan bigire û Efxanistanê neke stargehek bo terorîzma navdewletî, li hember pabendbûna Talibanê jî dê pere û alîkariyên navdewletî bêtir ji caran bo Efxanistaê bireve.

Peyamnêrê Rûdawê pirsek li Serokwezîrê Norwêjê Jonas Stor kir û got, “bi baweriya te pêwîst e pêngaveke zelal hebe wek peymanname û rêkarên zelal daku Taliban pabend be bi peymanên derbarê DAIŞê û parastina mafên mirov û jinan li hember piştgiriya zêdetir ji aliyê civaka navdewletî ve?”

Serokwezîrê Norwêjê, Jonas Gahr Store di bersivê de got, “Pêwîst e lêpirsîn li gel Talibanê bê kirin, pêwîst e ew pêşbîniya me heye bên pêkanîn, Gotûbêj li Oslo derbarê rêkeftinê bi dawî nebû û ti îmzekirinek jî nebû, lê belê ya ku min di raportan de dît, gotûbêj berhemdar bûne di navbera civaka Efxanistan û Talibanê û herwiha şandên welatan de.”

Serokwezîrê Norwêjê herwiha ji Rûdawê re ragihand, ku di pêşerojê de zêdebûn û kêmbûna piştgiriya navdewletî ya bo Efxanistanê “li gor rêjeya pabendiya Talibanê dibe, li gor mercên civaka navdewletî.”

Balyoz Geraldine Byrne Nason Nûnera Îrlandayê li Netewên Yekbûyî jî ragihand, “Îro 131mîn roj e ku keçên nûciwan li Efxanistanê nikarin biçin dibistanan, ev nayê qebûlkirin, em behsa nifşê pêşerojê yê Efxanistanê dikin.”

Berovajiyê van gotarên fermî, tirsa serekî ya welatên Ewropayê, çûna milyonan koçberên Efxan e bo Ewropayê, eger ku birçîtî li wî welatî berdewam be.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir