Sekreterê Giştî yê PDK- Rojhilat Xalid Ezîzî dev ji erka xwe berda

Xalid Ezîzî di sala 2006a de bûbû rêberê PDK Rojhilat û wî ji bo yekîtiya partiyên Kurdên Kurdistana Îranê û siyaseta sivîl hewl dida.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan a Rojhilat (PDK-Rojhilat) Xalid Ezîzî bi nameyekê daxuyand ku wî dev ji erka xwe berdaye.

Xalid Ezîzî di nameya xwe de behsa sedemên berdana erka xwe nekir lê da zanîn ku ew ê weke endamekî rêveberiyê bimîne. Ji ber berdana erk a Ezîzî divê rêveberiya PDK Rojhilat di nava 2 mehan de sekreterê xwe yê giştî hilbijêre.

Tê ragihandin ku ji bo endamtiya sekreteriyê navê kesên wekî Cîgirê Sekreterê wê partiyê Mistefa Mewlûdî, Endamê Komîteya Navendî Aso Hesenzade û Endamê Deftera Siyasî Mistefa Şelmaşî derbas dibe.

Xalid Ezîzî di sala 2006a de bûbû rêberê PDK Rojhilat û wî ji bo yekîtiya partiyên Kurdên Kurdistana Îranê û siyaseta sivîl hewl dida.

sputniknews.com

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes