Sekreterê NATOyê serdana herêmên erdhejê dike

.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, îro 16ê Sibata 2023ê serdana Enqerê dike û ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, bi armanca nîşandana hevkariya NATOyê roja 16ê Sibatê serdana herêmên erdheja Mereşê dike.

Jens Stoltenberg, dê li Enqerê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Recep Tayyip Erdogan bicive. Stoltenberg, dê demjimêr 1:30ê piştî nîvro li Koşka Serokkomariya Tirkiyê ji aliyê Erdogan ve bê pêşwazîkirin.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereşê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, yên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye