Selahattîn Demîrtaş ji bo serdana dayika xwe ya ku niha li nexweşxaneyê ye bi balafireke taybet çû Amedê.
Dayika Selahattîn Demîrtaş, Sadiye Demîrtaş 2 roj berê ji ber nexweşiya xwe ew rakirin nexweşxaneyeke taybet a Amedê.
Piştî ku rewşa dayika Selahatîn Demîrtaş giran bû ew bi balafireke taybet anîn Amedê.
Partiya Gelan Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşê ku ji sala 2016an ve li girtîgeha Edîrneyê girtî ye ji ner nexweşiya dayika xwe ew birine Amedê.
DEM Partiyê di peyama xwe de wiha got, “Dayika Selahattîn Demîrtaş, Sadiye Demirtaş ji ber nexweşiya xwe li nexweşxaneya Amedê di bin çavdêriyî de ye.
Hevrêyê me Selahattîn Demîrtaş li ser daxwaza xwe ji bo dîtina dayika xwe ew birine Amedê û çûye serdana dayika wê.
Diayên me bi dêya me Sadiye re ne. Daxwaza me tenê ew e ku di demeke kurt de baş bibe.”
Li gorî zanyariyan rewşa dayika Selahattîn Demîrtaş metirsîdar e û di çavdêriya hûr a bijîşkan de ye.
Ji ber wê yekê bi balafireke taybet Selahattîn Demîrtaş birine Amedê.
Dema Demîrtaş gihişt nexweşxaneyê û li nav nexweşxaneyê û derdora wê hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê hatine bicihkirin.
Demîrtaş piştî ku 5 demjimêran li nexweşxaneyê ma û dayika xwe dît, careke din ji Balafirgeha Amedê ber bi Edîrneyê ve hat vegerandin.