Selcuk Mizraklî îro tê darizandin

Biryare îro proseya dadgehîkirina havserokê HDPyî yê Şaredarîya Mezin a Amedê yê ji kar dûrxistî, Selcuk Mizraklî birêve biçe.

Navenda NûçeyanLi gor agahîyan, biryar e proseya dadgehîkirina Selcuk Mizraklî, li dadgeha 9mîn a cezayên giran a Amerdê birêve biçe.

Selcuk Mizraklî li Girtîgeha Tîpa T2 ya bajarokê Bunyan ê ser bi parêzgeha Qeyserî ya Tirkîyê ve girtî ye û tê çaverêkirin, ku bi rêya sîstema deng û reng beşdarî civîna dadgehê bibe.

Mizraklî bi tohmeta endambûna di rêxistinên PKKê de tê dadgehîkirin.

Serdozgerîya Komarî ya Amedê ji bo Mizraklî daxwaza zindanîkirina 7 sal û 6 mehan heya 15 salan dike.

Havserokê HDPyî yê Şaredarîya Mezin a Amedê yê ji kar dûrxistî, 22ê Cotmeha îsal hatibû girtin û qeyûm li cihê wî hatibû danîn.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e