Hat ragihandin ku, Selim Sadak bi hinceta ku li Rihayê beşdarî bangeşeya hilbijartinan bûye û propagandeya “terorê” kiriye, tê tawanbarkirin.
Endamê Dîwana KCDê Selim Sadak, doh derengê şevê ji mala xwe hate birin û di heman deme de jî hate dadgehkirin û bo zindana Rihayê hat birin.