Semîner li ser rêxistinbûna jinên Kurd li Swêdê

.

Roja 8ê adarê, li Kitêbxaneya kurdî semînarek li ser dîroka rêxistinbûna jinên kurd li Swêdê ji aliye birêz Şermîn Bosarslan ve hat pêşkêşkirin 

Şermin Bosarlan di semînerê de bi taybetî li ser dîroka Komeleya Demoqrat a Jinên Kurd rawestiya. Bi belgeyên arşîvan qala  xebata  komeleyê kir.

Şermin Bozarslan agahdarî da ku ev komele ya di sala 1992 an de, bi navê  ”Komeleya Demoqrat a Jinên Kurd ”  bingeha Yekitiya Jinên Kurdistanê li Swêdê reorganize kiriye . Herweha ew dem bû bingêha rêxistinbûna jinan di nav Federasyona Komeleyên Kurdîstanî de jî ava bûye

Di nav beşdaran de  gelek jinên ku di komeleyê de di navbêna  salên 1985-1992 de di salên cuda de xebat kirine beşdar bûn. Di semînerê de gelek beşdaran axaftin kirin , grîngiya arşîva xebatê anîn  ziman û her weha grîngiya xebata hevkar û komeleyatiyê anîn ziman

Rûpela Nû / Stockholm 

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî dema konferansa neteweyî diyar kir
Serok Barzanî: Papa Francis rolekî bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû
Li Tirkiye Xelk nikare deynan bide: Dosyayên îcrayê 23 milyon derbas kirin
Dadgeheke Îraqê biryara girtina parêzgarê berê yê Kerkûkê da
'Ji 31 goran cenazeyên 1700 şehîdên Kurd hatine derxistin'