Li Swêdê rêzesemînerên ji bo ciwanan berdewam e. Mijara rêzesemînera îro (12.02.2017) li ser dîroka kurdan a ji destpêkê heta sala 650yî bû. Semîner li Stockholmê ji alî nivîskar Mahmûd Lewendî ve hat dayin.
M. Lewendî bi zimanekî hêsan lê bi naverokeke dewlemend, bi wêne û xerîteyan ji ciwanan re behsa dîroka kurdan kir. Ciwan jî bi awayekî çalak beşdarî li semînerê kirin û bi pirs û şiroveyên xwe semîner dewlemendtir kirin.