SEMÎYA
Li dorçaxên bîst salîya xwe bûm...
Xwîna me, kel bû, dikelîya...
Li gel mirinê direqisîn...
Semîya,
Rojek ji wan rojan,
Cara yêkem, li dorçaxêt bajarê qedîm Hekarîyan, bi wê çeqmaq û şixata te dabû min, me bi teq û reqa dînamêtan û bi lastîkan agirê Newrozê pê hilkir...
Semîya,
Di Zarokatîya xwe da, gava ji bo eydîyê dihatime mala we, te çiqulete dane min...
Semîya,
Li Koçka te,
Hekû Culemêgî dibêjin :
Me, gelek nanê te xwar...
Semîya,
Li Koçka te,
Me, bi hingîvînê Şemzînan, tehîna Çelê, kakilên Guzereşê û mewîjên gelîyê Dizê, gelek çaya te ya qaçax vexwar...
Semîya,
Li Koçka te,
Elîyê Herîrî, Feqîyê Teyra, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî dor nedidan em biaxivin...
Semîya ,
Li Koçka te ,
Doktor Şivan , Çetîn , Karlı û Büyükkaya tovên jîyanên welatên berze û nejîyayî diçandin...
SemÎya,
Li Koçka te,
Pinyanîşî, Goyî, Ertoşî, Tîyarî, Doskî, Herkî û hemû eşîr û eşa'îret dibûne çeqên dara çinarên gelîyê zê ya bêser û bêbin...
Semîya,
Li Koçka te,
Li gel Tehsîn Taha, diçûne evîndarîyên bûkên ji deşta Amêdîyê heta ser kanîyên zozanên Giravîyan...
Semîya,
Li Koçka te,
Li gel Îsa Berwarî, diçûne navberîya heft bira û evîndar û xezalên çîyayê Sîpanê...
Semîya,
Li Koçka te,
Li gel Mihemed Şêxo, diçûne nav welatên bênav, kanîyên bêav, çîyayên bêber, xewnên bê xew û xeyalkirina xeyalên evîndarîyên nejîyayî...
Semîya,
Li Koçka te
Jîyan jîyana nejîyayî bû...
Semîya,
Li Koçka te,
Jîyan, xeyalkirina jîyanên nejîyayî bû...
Semîya,
Li Koçka te,
Esalet, rûmet, hûrmet û sîyanet hebû...
Semîya,
Hekû Culemêrgî dibêjin :
Destên te maç dikem...
Spas, ji bo çiquletan...
Spas, ji bo çeqmaq û şixata ku me agirê Newrozê pê hilkir...
Semîya,
Te li koçka xwe, "MAVİ KUŞ"ên koçka me sêwî hêlan...
Semîya ,
Wekîla silavan be, ji bo babê Torîna Evînê û Sîdarê Cembelî ...
Kurê Xifşê,
Zîrek