‘Sempozyûma 3em ya Melayê Cizîrî ya Navdewletî’ ku li Şirnexê hat lidarxistin, bi dawî bû. Sempozyûm bi desteka wezareta çand û geştiyariyê ya Tirkiyê, parêzgeha Şirnexê, zankoya Şirnexê û qeymeqamiya Cizîrê hat birêvebirin.
Sempozyûm li salonekî konferansê ya otêlê hat kirin. 32 akademisyen tevlî sempozyûmê bûn ku 9 akademisyen ji derve hatibûn. Di roja duyem de, bi serpereştiya Prof. Dr. Mehmet Zahir Ertekin, di bin serikê ‘Şairê Hîkmetê Mela’ de sempozyûm dewam kir.
Paşî serşêwrimenda serokkomarê Tirkiyê Gülşen Orhan, qeymeqamê Cizîrê Ahmet Vezir Baycar, rektorê zankoya Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahim Alkış û Prof. Dr. Nesim Doru li ser sempozyûmê fikrên xwe diyar kirin. Gülşen Orhan di rûniştinê de axifî û sipasiya Prof. Dr. İhsan Süreyya Sırma û temamê akademîsyenan kir û weha got:
“Em hêj di destpêkê de ne. Ev sempozyuma diyariya sêyeme ji bo Melayê Cizîrî. Min di nav 2 rojan de bêhtir dît. Min dixwest herî kêm weka we di Melayê Cizîrî têbigihêm. Di destê me de cewherekî heye û me hêj nûh ferq kir. Me nûh xist rojevê û pêşkêşî mirovahiyê kir. Ev jî ji bo me bi qiymete û girîng e.”
Qeymeqamê Cizîrê Baycar jî got ku Melayê Cizîrî gelek mezine û di nav sempozyûman pirtûkan de bicîh nabe. Li Cizîrê gelek mirovên ilmê û zanînê yên weha hene. Baycar weha dewam kir:
“Ji bo min wezîfekirina li navçeyekî weha ku ji aliyê ilm û irfanê de dewlemende, ciyê serbilindiyê ye. Em dixwazin sempozyûma 4 û 5an jî bikin. Bi rastî ez bende nîn bûm ku ew çend mirov tevlî bibin. Ji derveyê welat û hundir gelek akademisyen hatin sempozyûmê. Ji destpêka amdekariyê û heya niha Xatûn Gülşen Orhan şêwirmenda serokkomar bi me re bû û her destekê da me, ez sipasiya wê dikim. Spas bo herkesî.”
Prof. Dr. Nesim Doru jî got ku lidarxistina sempozyumê bû adetekî û gelek girînge ku di bin desthilata serokkomariyê de têkirin. Doru got:
“Gelek akademisyen ji derveyê welat hatin û tevlî sempozyûmê bûn. Divê em Melayê Cizîrî derxin derveyê welat. Em dixwazin helbesta Dîwanê wergerînin Îngîlîzî. Gelek zahmetiyên wê hene, divê Îngîlîziyekî baş hebe, mirov helbesta dîwanê bizanibe û tasawufê baş zanibe. Înşallah em ê bi ser bikevin.”
Paşî Gülşen Orhan, qesîdeyekî ji Melayê Cizîrî xwend. Di dawiya sempozyûmê de xwendevanên ku di seha helbest û qesîdan de ketibûn derecê, diyariyên wan dane wan û plaketan dan akademîsyenan.