Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel a ku li Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiya wê hatibû rakirin, hat desteserkirin.
Wezîrê Navxwe yê Tikrkiyê Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, Semra Guzel li ser rêya Edirneyê hatiye desteserkirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê desteserkirina Semra Guzel de ragihand, “Tîmên terorê yê Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê û MÎTê bi xebata hevbeş, Parlamentera HDPê ya Amedê ya heyama 27emîn Semra Guzel ku Dadgeha Enqerê derbarê wê de bi tawana `Endamtiya Rêxistina Terorê` biryara desteserkirinê dabû, li ser rêya Edirneyê bi nasnameyeke sexte ku bi navê Mehtap Şahan hatibû çêkirin, hat desteserkirin.”
Li gundê Axçali yê Semsûrê 29ê Nîsana 2017ê di bombebaranekê de 4 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dabûn û hatibû ragihandin ku yek ji wan jî Volkan Bora ye.
Li gorî medya Tirkiyê, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê ve hat kirin de, di telefona Volkan Bora de wêne hatine dîtin ku hinek ji wan bi Semra Guzel re kişandine.
Semra Guzel derbarê wan wêneyan de gotibû, “Di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera 2013-2015an de ku hatibû destpêkirin, mîna gelek kesên ku hewl dabûn zarok, dayîk, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min jî hewl da ku xwe bigihînin Volkan Bora. Dema ez çûm herêma navborî ji aliyê du jinan ve hatin pêşwazîkirin. Ji ber şert û mercên ewlekariyê ji min re hat gotin ku divê ez cilûbergên wan li xwe bikim. Piştî ku ez demek sekinîm, ez hîn bûm ku ew li wê derê ye û me hev dît. Wêneyên ku ji çapemeniyê re hatine pêşkêşkirin, wêneyên wê hevdîtnê ne.”
Serdozgeriya Komarê a Enqerê, 24ê Adara 2022ê derbarê Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel ku li Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiyê wê hatibû rakirin biryara girtînê da. Wê demê hatibû îdiakirin, ku Semra Guzel derketiye derveyî welat.
Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera HDPê ya Amedê hatibû hilbijartin.