Semsûr | Bi gaza rondikrêj êrîşî cemxaneyê hat kirin

.

Li navenda bajarê Semsûrê, kesên nasnameya wan nediyar, bi gaza rondikrêj êrîşî cemxaneya Elewiyan a bi navê “Riza Tanriverdî” kir ku bi ser Komeleyên Çandî ya Elewiyan ve ye. 

Hat ragihandin ku di dema êrîşê de bawermendên Elewî, li cemxaneyê cem digerandin û piştî êrîşê êrîşkar zûzûka ji derdora cemxaneyê reviyane.

Piştî bûyerê, birêvebirên cemxaneyê daxuyaniyek da çapemeniyê û rewş bi raya giştî re bi par ve kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di demekê de ku Cema Erkanê şeva Pêncşemê 27ê Sibata 2025an dewam kir, bi gaza rondikrêj li dijî îbadetxaneyên me êrîşek pêk hat” û hat gotin ku bûyer ji yekîneyên ewlekariyê re hatiye ragihandin û qeydên kamerayê ji bo lêkolînê radestî berpirsan hatiye kirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Tirk Cumhuriyetê, rayedarên komeleyê diyar kirin ku Semsûr weke bajarê aştî û aramiyê tê naskirin û ev êrîşa li hemberî cemxaneyê nayê qebûlkirin.

Her wiha tekezî li ser wê yekê kirin ku balkêş e êrîş di demekê de hat kirin ku Abdullah Ocalan ji bo aştiyê bang dikir. 

Birêveberan bang kir ku divê di demeke herî zû de êrîşkar bên eşkerekirin û bên darizandin, her wiha bang li raya giştî kir ku li hemberî êrîşê xwedî helwêst bin û tekez kirin ku ew ê bûyerê bişopînin.

Kurdistan Haberleri

PWK: Meha Remazanê li hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz be
Erdogan li ser banga Ocalan daxuyanî da
ENKS di derheqa peyama Ocalan de: Derfeteke ji bo çarekirina pirsa Kurdan
Apikur: Em amade nînin niha petrola Herêma Kurdistanê hinarde bikin
Li Sûriyê komên çekdar ên Durziyan hêzên xwe kirin yek