Yek ji bajarên ku erdhêjê tehdeyeke gelekî zêde gihandibû Semsûr e. Ne tenê navenda bajêr lê çend navçe û bi dehan gund jî bi erde re bûne yek. Li her gundekî şikestinek, di binê her xaniyekî hilweşiyayî de jî çîrokên dilşewat û xeyalên nîvcomayî. Li Ava Sipî nebiyên sêwî, li Recewê titûn û pez, li Bîstikan xanî û erd, li her gundekî kerb û derd.
Mehmet Altinişik xelkê Ava Spî ye ser bi Cêlikana Semsûrê ve. Di erdhêjê de kurê xwe, bûka xwe û nêbiyeke xwe jidest dane bixwe jî 5 seatan di binê kavilan de maye. Lê neqayîlê mayînê ye. Herdû nêbiyên xwe kû êdî sêwî û êtîmin şandine ba qîza xwe ya li Qeyseriyê. Ew heroj telefona wî dikin û dibên kalo were ba me, lê kalo her roj bi çavên girî li ser kavilan digere da yek wî şiyar bike bêje rabe kalo ew xewn bû. Lê ne şev li kaloyê 70 salî bi dawî tê ne jî ew mîrata xevnereşka.
Mehmet Altinişik dibêje “Em şeş kulfet in, sê nevî, yek bûk, yek lawik yek jî ez im. Ez jî li odeya pêşîn radibim rûdinêm. Yek bûk e, yek lawik e, yek jî nevî ye, sê meriv in, min neviyên din teze şandin Qeyseriyê. Meta xwe li wê derê ye, ew jî li wê de rê mamoste ye. Wê hat kurik jê neqetiya bir û çûn. Ez jî li vê derê me, emê bisekinin ka dibêjin çi.”
Li vî gundî 80 xanî hebûne û 45ê wan rûxiyan e. Ên mayî jî nîve wan li benda xirakirinê ne. Li gund 11 kes mirine û pirê din jî birîndar in. Heta 3 rojan kes bi hewara wan ve neçûye, di nava berfê de, 3 rojan meyît û birîndar li erdê mane. 3 rojan nan şil dikirine, şekir lê dikirine û bi devê zaran de berdidane. Gundî bûne weke gur di ser re bazdabe.
Zelxê Demir got “11 merivên me mirine. Me çi kir? Me nanê hişk şil dikir, şekir jî diheland heta ku rê vebûn. Kevir bi ser gund re tên. Gava baran bibare lehî tê, berf bibare aşût tê.”
Lî gundê Recew û Bîsika jî rewş cuda nîn e. Sewal û qezenca xelkê di bine kavilan de, dest û piyê wan lê hatine girêdan.
Suzer Îlhan anî ziman “Welle pez di bin kavilan de û milet jî xwedê wan derxistiye. Ji xwe kavil li pêş çavan in, pez jî tê de ne, em jî bi zor filitîne, xanî bi ser de hat û me kevçiyek jî ji bin dernexistiye. Ji me re çi were ew lazim e, yanî gişt lazim e.”
Ev gundana û bi dehan gundên din li vê şopê, hîna jî şopên erdhêjê li çiya û geliyan diyar in. Tevê wan bê xanî, bê erd û bêçare mane. Erdhêj çû lê ya ku neçe dabû dû.
Rûdaw