Nêzikî 11 sal in ku xelkê Şemzîna û Rubarokê li benda vekirina deriyê sînorî Rûbarok-Mêrgesorê ne. Heta niha gellek caran soza vekirina dervaze ji aliyê berpirsên hikûmeta Tirkiyê ve hatine dan lê tevî ku dervaze di fermiyetê de vekiriye jî lê belê heta niha kar pê nahê kirin. Li navenda Şemzînanê jûrên bazirganî û xelkê navçeyê bi daxuyaniyekê careke din hewil dan ku dengê xwe bigehînin rayedaran.
Li navenda navçeya Şemzînanê ya bi ser parêzgeha Colemêrgê ve xelkê vê navçeyê û navçeya Rûbarokê ji bo ku dengê xwe bigehîn berpirsên hikûmetê kom bûn. Daxwaza wan jî vekirina dervazêyê sînorî ye di navbera Bakur û Başurê Kurdistanê de ku nêzîkî 11 sal in weke proje kar li ser tê kirin.
Serokê Yeketiya Jûrên Bazirganan ya Colemêrgê Muharrem Tekîn got “Gelê me yê Şemzîna û Rubarokê daxwaza xwe aşkere kirin, em dibêjin bila dervazeyên me yên di gel Iraqê bên vekirin û em ji bo nav xelkê xwe yê Kurdistanê hatûçûya xwe bikin û em bikarin bazirganiyekê bikin ku ew jî mafekî me yê rewa ye. Hatûçûya me niha gellek zehmet e, li Şemzîna û aliyê Colemêrgê jî gellek kesan kesûkarên wan li aliyê Kurdistanê ne.”
Serokê Jûra Ajokaran ya Colemêrgê Ebdî Arslan dibêje “Em dixwazin ji Rubarokê bo Kurdistanê dergehek bê vekirin, ji ber ku kesûkarên me nivî ji wan li Kurdistanê ne, em dixwazin di nava rojê de biçin kesûkarên xwe bibînin û vegerin lê mixabin tevî 10-12 sale biryara fermî jî heye lê pirsgirêk çareser nebûye, em nizanin pirsgirêk ji kîjan aliye, em dixwazin pirsgirêk çareser bibe.”
Deriyê ku xelk dixwaze bê vekirin dikeve ser sînorê navçeya Rubarok gundê Girane û navçeya Mêrgesora Başurê Kurdistanê gundê Zêt, eger dervaze bê kirin xelkê deverê dikare tenê 3- 4 seatan xwe bigihîne navçeya Diyana û Herêma kurdistanê.
Karzaz Mehmet Şerîf Çîftçî anî ziman “Şemzîna navçeyekê girîng e, ji ber ku dikeve navbera sînorê du welatan, lê mixabin cend sale em xebatê dikin ku berpirs taybetmendiya navçeya me bibînin ku bizanin navçeya me navçeyeke sersînorî ye û taybet e.”
Xwediyê Kompanyaya hatûçûnê Ethem Er diyar kir “Em xwediyê kompanyayê ne û em xelkê dibin Kurdistanê, rojane 3-4 seferên me hene, lê 16 saet rê zehmet e. Lê eger dervaze bû Zêt bê vekirin bo xelkê navçeyê gellek baştir e. Ji bo Şemzîna, Colemêrg, Gever û Wanê baş e, ji xwe xelkê van naçeyan xelkê Kurdistanê xizm û kesûkar in û dervaze vebe dê rêya me bibe 3-4 saet”.
Piştî bangawaziyên xelkê navçeyê, Serokê Şaredariya Rubarokê Ekrem Çetinkaya jî li ser hesaba xwe ya Facebookê di derbarê dervaze de dibêje "hikumeta Tirkiyê hemû karên xwe tamam kirine û dê demeke nêzîk de dervaze bê vekirin"
Şemzînan û Rûbarok tevî ku li ser sînorê du welatan e jî lê ji bazirganiyê û hatûçûyê bêpar maye. Gellek caran jî xelk dixwaze bi rêyên qacaxî derbasî aliyê Başûr yan Rojhilatê Kurdistanê bibe lê hindek caran xelk bi guleyên serbazên Tirkiyê yan jî yên Îranê tên kuştin, hindek caran jî xelk li ser sînor ji ber serma û aşût û reniyên berfê jiyana xwe ji dest didin.
Bi gotina xelkê mijara vekirina dervaze êdî bo helbijartinan bûye bangeşeyek belku dema helbijartinan soz têne dan û piştî helbijartinan têne ji bîr kirin. Xelk dixwaze deriyên sînora li ser wan bên vekirin.
Muxtarê Taxa Diriya ya Şemzînananê Hecî Şukrî Nurçîn got “Eger em behsa Rubarokê bikin, dibêjin bila rê navenda navçeya Rûbarokê re derbas bibe û biçe bigehe serê gundê Girane. Lê bi ya min rê ji gundê Mawan re derbas bibe baştir e. Gundê Mawan ji cihê niha baştir e. tê gotin ku li aliyê Şêrvan pir hatiye amade kirin.”
Endamê Berê yê Encmuna Şaredariya Colemêrgê Mîrpenc Şemsedîn Bêdawî destnîşan kir “Ji 11 sal zêdetir e em li benda vî dervazeyî, dema Turgut Ozal Serokomarê Tirkiyê wê demê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê dervazeyê Helane hate vekirin. Îro dibêjin rêya wê hatiye qêr kirin û tabela jî hatine lêdan lê dervaze tine. 11 sal e dibêjin li Rûbarokê dervaze heye lê dervaze tine, parlementerekî AKPê weke Qeyum hatiye danan û ew jî xelkê Kurd dixapîne û dibêje ez ê dervaze vekim lê mixabin dervaze tine. sibê dîsa bibe helbijartin wê careke din xelkî bixapînin bila êdî xelkê me nexapînin. Îro detshilatke 21 salan heye lê mixabin û eybe ku xelkê me rêya 2 seatan neçar e ku 16 seatan here.”
Xelkê Gundê Bêmbo Şemzînanê Mecît Atayilmaz ragihand “Îro dengê Şemzîna bibihîzin ne tenê 11 sal, bi salan e Şemzînan katiye bin zextekî giran de. Ez 20ê mehê seat 11ê ji kurdistanê ji hewlerê bi rê ketim. Ez roja paştir seat 4ê gehiştime Şemzîna, wate nêzîkî 15-16 seatan ez di rê de mam. Vekirina dervezaye hem bo xelkê Şemzîna hem bo xelkê Kurdistanê di warê aborî û insanî de dê gellek baş be. Hatûçûya me dê hêsan be em ê bikarin seredana kesûkarên xwe bikin, em xwe beşek ji Kurdistanê dibînin em dibêjin em beşek in Ji Barzan.”
Rûdaw