Navenda Nûçeyan- Serokê Encûmena Peywendîyên Derve li Senatoya Amerîkayê Jim Risch dîyar kir ku wan di hevdîtina li Koşka Spî de bo Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan planek pêşkeş kirine ku xwe ji nav “çirava” ketinê rizgar bikin, lê Tirkîyê ya xwe kirîye.
Jim Risch ku yek ji wan senetoran bû di 13 Mijdarê de ligel Erdogan civîya ye, dibêje : “Ev zêdeyî salekê em ji berpirsên Tirkîyê re dibêjin dest ji sîstema moşekî S-400 a Rûsî berdin, eger hûn dest jê bernedin em dê we siza bikin. Daxuyanîyên Erdogan ên derbarê vê yekê de ez matmayî kirim.”
Risch da zanîn ku wan ji bo Tirkîye ji wê biryara xwe vegere gelek sebir kirîye, lê êdî em gihîştin dawîya rê û got: “Tirkîyê daxwaza 115 firokeyên F-35 kirite. Ji wan 5 amade ne û pereyê wan jî hate dayîn. Heta sîstema moşekî S-400 li Tirkîyê hebe, ev firoke dê ji Amerîkayê dernekevin.”
Dorpêç û sizayên nû
Piştî hevdîtina Trump û Erdogan, Senator Risch hewldanên bo dorpêçên dijî Tirkîyê rawestandibû, lê piştî ku Tirkîyê ragihand ku ew dê dest ji kirîna sîstema moşekî S-400 a Rûsî bernedin, biryar da ku derbarê Tirkîyê dorpêç û sizayên nû amade bike.
Projeya bi navê “Handana Ewlekarîya Niştîmanî ya Amerîkayê û Bergirîya li hemberî geşbûna DAIŞê” sizakirina Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê û çend berpirsên din ên welatî û qedexekirina bikaranîna çekên Amerîkî ji alîyê Tirkîyê ve li Sûrîyê lixwe digire.
Ev yek di demekş de ye ku ji ber êrişa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha kirîna sîstema moşekî S-400 a Rûsî ji alîyê wî welatî ve, Komîsyona Peywendîyên Derve ya Encûmena Pîran a Amerîkayê deng li ser sepandina sizayan bi ser Tirkîyê de da.
Di wê dengdanê de 18 endamên komîsyonê, bi ‘erê’ bo sepandina siza bi ser Tirkîyê de deng dan û 4 kesan jî bo sepandina sizayan bo ser Tirkîyê dengê, ‘nexêr’ dan.
Di wê projeyê de çendîn xal hene ku eger bên cîbicîkirin, karîgerîyeke mezin li ser Tirkîyê pêk tînin. Ji wan xalan jî sepandina siza bi ser wan berpirsên Enqerê dE ku di êrişa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê rola wan heye. Herwiha sepandina siza bi ser aborî û pîşesazîya Tirkîyê de ji xalên girîng ên wê projeyê ne.
Çavkanî: Rûdaw