Senatorê Amerîkî: Divê Tirkiye F-16an li dijî HSDê bikar neyne

.

 Senatorê Amerîkî Chris van Hollen diyar kir ku di derbarê F-16ên ku ji Tirkiyeyê re bên firotin de divê hin şert ji Enqereyê re bên pêşkêşkirin û got “Bi baweriya min divê bikaranîna F-16an ji bo êrîşkirina li ser hevalbendên me yên Kurdên Sûrî yên ku di şerê li dijî DAIŞê de girîng in, bê qedexekirin.”

Senatorê Amerîkî yê Partiya Demokrat û endamê Komîteya Peywendiyê Derve Chris van Hollen, di hevpeyvîna ku da çapemeniya Yewnanîstanê de der barê firotina F-16an a ji bo Tirkiyeyê de daxuyaniyên girîng dan. Van Hollen tekez kir ku divê Amerîka şertên nû ji bo balafirên F-16 pêşkêş bike. Hollen ji ber krîza li Egeyê peyama "Em bi Yunanistanê re ne" da.

Hollen bi rojnameya Kathimerini ya Yunanî  re hevpeyvînek kir. Hollen di hevpeyvînê de got ku Tirkiye di nava NATOyê de "hevalbendeke bêbawer" e û ji ber vê yekê ji bernameya balafirên şer ên F-35 hatiye derxistin.

Hollen diyar kir ku Kongreya Amerîkayê piştî kirîna sîstema S-400ên Rûsyayê, firotina F-35an ji bo Tirkiyeyê red kiriye û wiha berdewam kir “Ez yek ji wan kesan bûm ku pêşî li vê firotanê girt û di vê pêvajoyê de min rolek aktîf wergirt. Ev firotin, di nav mijarên din de, îspat kir ku Tirkiye hevalbendekî nakokî ya NATOyê ye û derxistina wê ji bernameya F-35an rewa bû.”

Senatorê Amerîkî her wiha amaje bi wê yekê kir ku firotina îhtîmala firokeyên F-16 bo Tirkiyê yan jî nûjenkirina fîloya wê ya heyî divê di bin hin mercan de be.

Chris van Hollen wiha axivî:

“Weke mînak derbarê firotin an nûjenkirina F-16ên din de, divê şert û mercên ku Tirkiye F-16ên xwe ji bo dagirkirina qada hewayî ya welatên din ên NATOyê yên wekî Yunanistanê bi karneyne, cih bigrin. Herwiha bi baweriya min divê bikaranîna F-16an ji bo êrîşkirina li ser hevalbendên me yên Kurdên Sûrî yên ku di şerê li dijî DAIŞê de girîng in, bê qedexekirin. Ji ber vê yekê, bi kurtasî, her firotek an nûjenkirina F-16 divê bi şert û mercên zelal re were girêdan.”

Senatorê Demokrat Chris van Hollen, ku dê di meha Mijdarê de careke din bibe berbijêr, Yunanistanê wekî hevkarekî stratejîk ê girîng binav kir ku rola wî piştî şerê li Ukraynayê bihêztir bûye.

Di vê çarçoveyê de Hollen bal kişand ser girîngiya bendera Alexandroupoli (Dedeagaç) ne tenê ji ber alîkariyên wê yên ji bo ewlekariya NATO û derbasbûna hêsan a materyalan, lê ji ber rola ku dikare di warê enerjiyê de û di kêmkirina baweriya bi Tirkiyê de bilîze.

Ji Van Hollen ê ku 14 sal in di Encûmena Nûneran de wezîfeya xwe dike, der barê Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan de jî pirsek hat kirin.

Hollen li ser pirs “Senato gotinên Erdogan ên li dijî Yewnanîstanê û tevgerên wî yên li ser Qibrisê çawa dibîne?” wiha bersiv da “Eşkere ye ku Qibris binpêkirinên herêma aborî ya taybet bêîstiqrariyê dike. Di vî warî de divê Amerîka û hevkarên me yên NATOyê bi hev re ji bo hesabpirsîna ji Tirkiyê re kar bikin. Em şahidê binpêkirina pirsgirêkên demokrasiyê ne, bi taybetî jî biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî. Bi taybet li ser Kurdan zext berdewam dikin.”

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir