Senatorên Amerîkayê bo Trump: Êdî sebra me nema!

Senatorê dîyar ê Komarîyên Amerîkayê Lindsey Graham û herwiha senatorê Demokratan Chris Van Hollen bi rêya nameyekê daxwaz ji rêveberîya DonaltTrump kirin ku êdî dest bi cezakirina Tirkîyê bikin.

Navenda Nûçeyan- Senatorê Komarîyên Amerîkayê Lindsey Graham û senatorê Demokratan Chris Van Hollen nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re şandine û di nameya xwe de behsa wê yekê kirine ku ji ber kirîna sîstema berevanîya asmanî ya S-400an, divê Tirkîye bê cezakirin.

Di wê nameyê de hatîye destnîşankirin ku eger Amerîka weke pêwîst Tirkîyê ceza neke, dê ev yek bibe sedem ku welatên din jî yasayan binpê bikin û ji cezayan netirsin.

Lindsey Graham û Chris Van Hollen di nameya xwe ya ji bo Mike Pompeo de dîyar jî kirine ku êdî dema sebrê bidawî bûye û divê rêveberîya Turump yasayên xwe bicîh bike ku ew jî cezakirina Tirkîyê ye.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e