Senatoya Amerîkayê guhertinên du yasayên leşkerî yên girêdayî Iraqê qebûl kir

.

Encûmena Pîran a Amerîkayê razîbûna li ser sererastkirina du yasayên serbazî girêdayî Iraqê dide. Mijûlî cudakirina dengên endamên encûmenê ne li ser serrastkirina herdû yasayên salên 1991 û 2002ê bo dayîna desthilatê bi serokê Amerîkayê daku hêzên serbazî dijî Iraqê bikar bîne.

Piraniya dengan bo serrastkirina yasayê bû.

Serokê Komîteya Karûbarên Asayîşa Navxwe li Encûmena Pîran Gary Peters got, “Di vê dengdanê de, dengên belê 68 û dengên nexêr 27 in. Sê li ser çarên endaman deng dan û serrastkirin hat qebûlkirin.”

Her guhertinek di yasayê de bê kirin taybet dibe bi kêmkirina desthilatên serokê Amerîkayê bo bikaranîna hêza serbazî, operasyonên serbazî û zêdekirina hejmara serbazan li Iraqê.

Di serrastkirina nû de bi awayekî zelaltir behsa desthilatên serbazî yên serokê Amerîkayê li Iraqê tê kirin.

Ev hewla kongresê di demekê de ye ku 20 sal di ser biryara çûna Amerîka bo hilweşîna rejîma berê ya Iraqê re derbas dibin.

Kurdistan Haberleri

QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn
HSDyê li ser civînên Mezlûm Ebdî yên li Hewlêrê daxuyanî da
Serok Barzanî: Bêdewletbûna Kurdan sedema rûbirûbûna bi jenosîd û tunekirinê re ye
Serok Barzanî şehîdên Qeladiz û Zanîngeha Silêmaniyê bi bîr anî
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan