Li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê serbazekî kurd ji givaşa îstixbarata artêşa Îranê xwe kuşt!
Malpera Hengaw ragihandiye, duhî li Seqizê serbazekî kurd bi navê Rêbwar Sabirî li cihê ku serbazî dikir, xwe kuşt.
Li gorî agahiyan, wî serbazê kurd ji ber givaşa îstixbarata artêşê xwe kuştiye, çimkî gelek caran ji aliyê îstixbarata artêşa Îranê ve rastî lêpirsîn û givaşê hatibû.