Serbest Lezgîn: DAIŞ di hewla xwerêxistinê daye

Wekîlê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Serbest Lezgîn ragihand rêxistina terorîstî ya DAIŞê di hewla xwebirêxistinkirinê daye û Pêşmerge jî di amadebaşîya temam daye bo rûbirûna her êrîşekê.

Navenda Nûçeyan- Wekîlê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Serbest Lezgîn ji BasNewsê ra got:”Civîneka berfireh di navbera Wezareta Pêşmerge û fermandeyên Pêşmergeyan da hat kirin. Hêza Pêşmerge di amadebaşîyê daye û çavdêrîya tevgerên DAIŞê dike. Bi taybet ku maweyeke DAIŞê tevgera xwe li Hemrîn, Xaneqîn, başûrê Kerkûkê, rojavayê Kerkûkê, Qereçox, û Mûsilê zêde kirîye.”

Derbarê geşedanên dawî jî da Serbest Lezgîn da zanîn ku Hebpeymanîya Navdewletî bo demeka katî ew rahenana serbazî ragirtîye û rahenerên Hevpeymanîya Navdewletî amade ne û ew ligel wan di peywendîyê da ne.

Serbest Lezgîn dûpat jî kir Hevpeymanîya Navdewletî wê berdewam be li ser alîkarîya Pêşmerge û peywendîyên serbazî di navbera Hevpeymanîya Navdewletî û Pêşmerge jî wê berdewam bin.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e