Şandeya HDP’ê ya ku serokatiya wê Hevserokê Giştî Selahattin Demirtaş pêk tê, di 23.09.2016ê de li Kerkûkê û li gel Waliyê Kerkûkê Dr, Necmeddîn Kerîm hevdîtinek pêk anî.
Piştî nivro şande HDPê li Silêmaniyê li mala wî ya Debaşan serdana Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talabanî kir.
Herwiha şanda HDP’ê ber bi êvarê bi Polîtburoya YNK’ê li bajarê Silêmaniyê civînekê li dar xist û berdevê Polîtbiroya YNK Mele Bextîyar û Hevserokê HDP Selaheddîn Demirtaş piştî hevdîtinê civîneka çapemenîyê li dar xist. Mebûsê HDP yê Rihayê Osman Baydemir ku di şandeya HDPê de ye ew jî di civîna çapemenîyê de amade bû.