Serdozgerê Dadgeha Bilind daxwaza hilweşandina cezayê Demirtaş kir

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind li Tirkîyê, xwest ku biryara cezayê li hevserokê giştî yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demîrtaş hate birîn, bi sedema “mafê xwepaastinê hate astengkirin” were hilweşandin.

Navenda Nûçeyan - Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, xwest ku biryara 26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku 4 sal û 8 meh ceza li Demîrtaş birîye were hilweşandin. 

26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji ber axavtina Selahattin Demîrtaş a 17ê Adara 2013an di çalakîyên pîrozbahîya Newrozê li navçeya Zeytinburnuya Stenbolê de, bi 4 sal û 8 mehan hatibû cezakirin.

Ji heman dozê parlamenterê berê yê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî bi 3 sal û 6 mehan hatibû cezakirin. Piştre Dadgeha Destûra Bingehîn  derbarê serlêdana Onder de biryara binpêkirinê dabû û ew hatibû berdan.

Piştî projeyasaya înfazê rêya temyîzê ji Demîrtaş re hatibû vekirin.

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, xwest biryara 26emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li hemberî cezakirina Demîrtaş birîye bê xerakirin û ji bo parastina Demirtaş jî dem hat xwestin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e