Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, biryara azadkirina Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş îtîraz kir. Dê dadgeha bilind vê nerazîbûnê binirxîne.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, derbarê biryara 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê de îtiraz kir, ku doh Duşembê ji doza serekî biryara azadkirina Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş dabû.
Lê ji ber Demirtaş ji dozeke din 4 sal û 8 meh ceza wergirtiye, yekser nehat azadkirin. Parêzerên wî dest bi amadekarina daxwaznameyê kiribûn daku 2 sal û 10 mehên di girtîgehê de ji Demirtaş re bên hesabkirin û were azadkirin.
Lê Serdozgeriya Enqerê îro Sêşemê derbarê biryarê de îtîraz kir. Dê dadgeha bilind îtîraza dozgeriyê binirxîne.
Dozgeriyê îtiraza xwe bi du sideman ve girêdaye. Yekem, ji ber Demîrtaş bi tawanê dijî pergala destûrê tê darizandin û duyem jî li gor cezayê endambûna rêxistinê, girtin wek tedbîrekê hatiye dîtin.