Yusuf Kaynak
Kurdistaneke Serbixwe: Di malpera navneteweyî ya Uwidata International (*) de gotarek bi navê “Pirsgirêka Kurdistanê” hat weşandin. Şerê dawî yê BOP: Kurdistanek serbixwe: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd alternatîfek di gotarekê de ku di Uwidata International de hate weşandin de hate pêşniyar kirin.
Serkeftina D. Trump di hilbijartina serokatiyê ya 2016an de encamên xirab li ser ''Projeya Rojhilata Navîn a Mezin" a Amerîkî ku di 2003an de derketibû holê. Derketina hevrikên nû yên jeopolîtîk û serkeftinên di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê, bûn sedema hevsengiyeke nû ya hêzê li Rojavayê Asyayê. Her çend rewş hîn pir kaotîk be jî, rastiyeke eşkere ye: Amerîkî pozîsyona xwe ya serdest winda kirine.
Berî her tiştî piştî bûyerên Tîrmeha 2016an Tirkiye yek ji aktorên navendî yên Rojhilata Navîn e, bi Rûsyayê re ber bi nêzîkbûneke jeopolîtîk ve çû û xwe ji DYAyê dûr xist. Desthilatdarên Tirkiyê demek dirêj Waşîngton bi wê yekê tawanbar kirin ku di hewla derbeyê de di têkiliyên hevpeymanan de rola xwe dilîze. Heta vê gavê Tirkiye û Îsraîl weke çepereke ji bo şopandina berjewendiyên siyaseta derve ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn dihatin dîtin. Nakokîyan dest pê kirin, di derbarê bawerîya Amerîka bi cudaxwazên Kurd di egera pevçûneke vekirî ya bi hikûmeta Tirkîyê re. Di encamê de Amerîka destpêkir, yek ji girîngtirîn hevkarên xwe yên herêmî winda bike. Dijminatiyên navbera Tirkiye û Rojava de piştî hewldana derbeyê zêde bûn: Tirkiye bi eşkere îhtîmala derketina ji Nato'yê anî ziman û pêvajoya entegrasyona YE a heyî dixe xeterê. Danûstandinên neserkeftî yên di navbera Washington û Enqerê de li ser radestkirina Fethullah Gulen, nîqaşên li ser girtina keşe Andrew Brunson ji hêla Tirkiyê ve aloztir kir. Kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 ya Rûsyayê ji hêla Tirkiyê ve, Amerîka hewl da ku pêşî li wê bigire û gef lê xwar, nakokî gihand asta herî tûj.
Di heman demê de Erebîstana Siûdî û Qeterê jî dest bi bi rêkûpêk kirina polîtîkayên xwe yên derve kirin. Qeter bi ferqa wê yekê ku hêdî Rojava nikare bi temamî rewşa herêmê kontrol bike, destek ji Rûsyayê werdigire, ku bi awayekî serkeftî bandor û hêza xwe li Sûriyê nîşan da. Qeterê ku berê hevalbendê Tirkiyê bû, bi başkirina peywendiyên bi Îranê re dest bi şopandina riya Tirkiyê kir!. Dijbera Qeterê, Erebîstana Siûdî jî stratejiyeke bi heman rengî şopand û dest bi avakirina têkiliyên bi Rûsyayê re kiriye, lê ne rasterast bi Îranê re jî. Ev yek di hewldanên Riyadê yên ji bo kirîna S400 yan ji Moskowayê de, tevî dijberiya Washingtonê jî derketiye holê.
Ji bo vê yekê Amerîka piraniya hevkarên xwe yên herêmî ji dest da û tenê Îsraîl di projeya Rojhilata Navîn a Mezin de ma. D. Trump ji bo ku wê pêwendiyê ewle bihêle, bi paş ve çûye, baweriya xwe bi Kurdan tîne, tevî ku ew di dawiyê de têkiliyên Waşîngtonê bi cîhana Îslamê re bi tevahî têk bide!.
Donald Trump bi awayekî din rast haya hilbijêrên xwe girtiye û soz daye ku projeya Rojhilata Navîn ya Mezin bibire. Piştî ku hatiye ser desthilatê, bi kêmanî wî dest bi avêtina gavan di wî warî de pr zêde kirine: Di Kanûna 2018an de biryar daye ku hemû leşkerên Amerîkî ji Sûriyê vekişîne!.
Tirkiyê ber bi Avrasyayê ve çû Piştî pêla şoreşa rengîn û bihara Erebî hin welatên Rojhilata Navîn rastî metirsiya stratejiya pêşkeftî ya Amerîkayê tê. Li ber çavên wî netew- dewletên navendî û bi rêkûpêk yekbiyek dikevin ber xirbeyê. Ev ne tenê guhertina hikûmetê bû: serweriya hemû welatan ketibû xeterê. Ji bo vê yekê, gelek rêberan destnîşan kirin ku pêdivî ye ku nexşeyeke nû ya serweriya wan were danîn. Mînak Tirkiye li herêmê lîstikvaneke sereke ye, têkiliyên xwe yên jeopolîtîk bi Rûsya û Çînê re zêde kiriye û xwe ber bi eksena Avrasyayê ve meşandiye û ev jî bûye sedema krîzê di têkiliyên bi Amerîkayê re
Şerê dawî yê 'Kurdistana Serbixwe' Bop; Devera derdora Sûriyê gav bi gav ji komên tundrew hat paqijkirin, di heman demê de çekdarên mayî ketin parêzgeha Idlibê û başûrê rojhilatê welat. Di serdema Îmran Xan de Pakistan ji DYyî dûr ket û dest bi polîtîkayê alîgiriya Çînê kir û bi Rûsyayê re têkiliyên stratejîk danî. Dema li van hemû faktoran mêze bikin, em dikarin bigihîjin wê encamê, projeya rojhilata navîn a mezin ji xwe bi sînor e.
Lêbelê, stratejiya Amerîkî tenê bi beşekî ve girêdayîye ku kî Qesra Spî dimeşîne. Ji bo vê yekê, girîng e, meriv rola dewleta bi navê kûr a di siyaseta DYyî de fêm bike. Dewleta kûr xwedî mantiq û arasteya xwe ye, divê Trump jî li ber çavan bigire. Ji ber bandora dewleta kûr, Amerîka jî gelek pirsgirêkê herêmê sûd werdigire; yek ji wan jî ew e ku bi piştgirîkirina hêzên ji bo Kurdistanek ser bixwe şer dikin, nakokî derbixin. Bi taybetî ev nakokî wekî ''şerê dawî'' yê projeya rojhilata navîn a mezin xuya dike.
Projeya Rojhilat li Rojhilat ji bo avakirina 'Kurdistaneke' serbixwe ye ku herêmên ji Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê dihewîne. Bi yekbûna 40 milyon Kurdên li van welatan dijîn de, saziyeke yek dewletî dikare bibe sedema gelek pirsgirêkên giran ji herêmê re. Di dîrokê de ''Nexşeya Kurdistanê" her tim bûye milê hêzên curbecur yên jeopolîtîk yên ku ji bo bandorê li Rojhilata Navîn hewl didin: "Yekem, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Wilson piştî hilweşîna Împeratoriya Osmanî piştgirî da avakirina dewleteke Kurdî ya serbixwe. Amerîka di salên 1970î de dîsa piştgirî da hêzên Kurdî ji bo hilweşandina Partiya Baas li Iraqê û di sala 2003an de jî Kurd ji bo hilweşandina Seddam Husên bikar anîn. Îsraîl bi xurtî piştgirî da projeya Kurdistanê a lawazkirina dewletên Ereb.
Dewletên din ên herêmê Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye jî di nav de, pêşî li vê fikrê digirin û cudahiya ol, ziman û çandê jî avakirina netew-dewletê ne mimkûn e. Ji bo van welatan, pêkanîna projeya Kurdistana mezin, birastî tê wateya bidawîbûna yekparçeyiya axa wan û lawazbûna mezin an jî dibe ku bi tevahî serweriya wan têk bibe.
Hevalbenda stratejîk ya niha ya Tirkiyê, Rûsya, dikare roleke erênî di çareserkirin û birêkûpêkkirina pirsgirêka Kurd de bi awayên din bilîze. Di şer de bêalî bimîne Rûsya li ser bingeha têkiliyên xwe yên dîrokî yên erênî yên bi Kurdan re, dikare wekî navbeynkar û garantorek ji bo parastina maf, nasname û aramiya Kurdan tevbigere û hewl bide ku yekparebûna axa dewletên heyî biparêze!. Niha şert û mercên herî guncaw ji bo pêkanîna projeya Kurdistanê di bin serokatiya Mesûd Barzanî de ji bo Kurdên Iraqê heye. Destpêka otonomiya Kurdistana Iraqê operasyonên Amerîkayê yê salên 2000an e. Di vê serdemê de Kurdên Iraqê otonomiya herî zêde bi dest xistin. Niha Kurdistana Iraqê hêzên xwe yê çekdar, dirav û heta dîplomatên xwe hene. Dahata sereke ya herêmê ji firotina petrolê tê. Hêjayî balkişandinê ye ku dahata serê her kesî li Kurdistana Iraqê pirr zêde ye û ji ya Îran û Sûrîyê zêdetir e. Di Îlona 2017an de Herêma federal/xweser bi referandumeke ku rêkûpêk hatî ji bo ku cudabûna xwe ji Iraqê li dar xistibû û ji sedî 92.73 dengdêran dengê xwe dabûn avakirina Kurdistana Iraqê. Planên Hewlêrê yên di vî warî de hem li Iraq û hem jî li Tirkiyê rastî nerazîbûnan hatin.
Erdoğan Li Dijî Otonomiya Kurdan; Li Tirkiyê ev proje bi pirsgirêkên gelekî giran re rû bi rû hatiye bi taybetî jî nêrîna hikûmetê ya li ser pirsgirêka Kurd. Erdoğan bi qismî lîstina li ser faktora Kurd hate ser desthilatê (wek pêvajoya aştiyê ya ku ji hêla Rojava ve tê piştgirîkirin), lê dema ku têkiliyên bi Rojava re xirab bûn, wî helwesteke neteweperest- Ataturkîst girt, helwesteke dijwar ya li dijî cudaxwaziyên, tawîzên bi cudaxwazan re wekî têkbirina yekitiya neteweyî ya Tirkiyê dest pê kiriye. Di encamê de Erdoğan niha siyasetek li dijî tevgera xweseriya/rojava Kurdistanê dimeşîne û PKK jî bi êrîşên terorî û ultîmatoman bersivê dide. Dijminên sereke yên serokê PKK’ê Öcalan ku li Tirkiyê çalak e, Tirkiye û Sûriye ne. Piştgiriya Kurdên Sûriyê jî ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve hatiye kirin. Çend sal in alîkariyên darayî ji Kurdan rojava re dişînin da ku şerê çekdarên DAIŞê bikin. Lê di medyaya Rojavayî de, ji bo serkeftinên mezin ên artêşa Sûrîye û Tirkîye zêdetir girîngî dane şerê Kurdan li dijî DAIŞê heta îro.!
Uwidata Navneteweyî; Uwidata International/navneteweyî navendeke analîzên yên serbixwe ye ku tê de zanyarên siyasî û pisporên têkiliyên navneteweyî ji welatên cihê, li ser rewşa siyasî ya heyî nêrînên xwe diguhezînin. UW International pisporên ji çar aliyên cîhanê dicivîne hevdu da ku pêvajoyên siyasî û pirsgirêkên sereke yên li ser qada navneteweyî lêkolîn bikin, û her weha di rewşên krîtîk de li çareyan bigerin!. Rêveberiya Uwidata Internaional nêrînên xwe wiha vedibêje: “Nûnerên pisporên UW Intternational bi nêrîna Francis Fukuyama ya ku dibêje ‘dawiya dîrokê’ bi serkeftina lîberalîzmê û avakirina cîhaneke yekane ya globalbûyî/gerdûnî hatiye, napejirînin. Pisporên UW International ji bo cîhanek cihêreng ku çand, gel û şaristaniyên cihê dihewîne ('Di cihêrengiyê de yekbûyî') parêzvaniyê dikin. Alîgirên Samuel Huntington û 'pevçûna şaristaniyan' nikarin li vir cih bigirin. UW Int li dijî her cure cudakariyê ku şansê dîtina 'Pirsgirêkên curbecur' nade wan mafên gelan û şaristaniyan diparêze".
Dewleta Kurd li Rojhilata Navîn; Îsraîlî di sîyaseta xwe ya herêmî de behîseke giran li Kurdan dixin û dizanin ku dewleta Kurdî ji bo hemû dijberên wan ên li herêmê dibe pirsgirêkek mezin. Kurd her çiqas misilman bin jî, berjewendîyê feydeparêz ên nasyonalîzma Kurd gelek cara ji têgihiştina wan a siyasî a rastîn zêdetir in.
Bi bihêzbûna desthilata Esed li Sûriyê, dijberiya tund a Îranê li hember siyaseta Amerîka û çûna Tirkiyê ya jeopolîtîk ber bi pirpolarîtiyê ve, Amerîka pereyên xwe bi rastî û mecazî li ser Kurdan zêde xerc dike. Di 2019an de Wezareta Berevaniya Amerîkayê 300 milyon dolar ji bo piştgiriya hêzên Kurdî di şerê li dijî DAIŞê de terxan kiribû. Li gorî çavkaniyên UWI Int., Amerîka berdewam dike ku mîlîtanên Kurda yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî piyon di şerê rûxandina Esed de bikar bîne. Di raporeke Waqfa Carnegie (Enstîtuya a Washingtonê) de tê gotin ku komên/ grûbên Kurd yên ku li Sûriye û Iraqê li dijî DAIŞ’ê bi awayekî serkeftî operasyon kirine 'Hhevalbendên sereke yên Amerîkayê ne''. Di medyaya Rojava de gelek caran Kurd wek “aştîparêz” tên nîşandan!.
Amerîkiyan bi xwe baş dizanin ku zehmetiyên/ dijwariyên ku pê re rû bi rû dimînin ji ber alîgiriya Kurdan, di wê baweriyê de ne ku pêvajoya avakirina dewleta Kurdî/ Kurdistan dê hevrikên wan yên li Rojhilata Navîn lawaz bike an jî têk bibe. Ji ber ku avakirina Kurdistaneke azad pêwîstî heye bi parçebûna herêmî ya Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyê heye û dê kaoseke berfireh ya kontrol kirî çêbike.!.
Alternatîfa Bop; Bê şik divê pirsa Kurd di çarçeweya projeyek nû de bê çareserkirin, ku ew jî alternatîfa stratejiya rojhilata navîn e. Divê li ser esasê Enqereyê projeyeke alternatîf bê çêkirin û berjewendiyên Bexda, Tehran û Şamê li ber çavan bên girtin. Divê navbeynkar jî Moskow be û ne Washington an jî bi kêmanî ne dewleta kûr ya Amerîkî bibe. Divêt ev projeya ji bo parastina yekparçeyiya axa neteweyên heyî û heta xurt kirina serweriyên wan be. Di heman demê de cudahiyên di nava gelên Rojhilata Navîn de, ku bi taybetî jî di nava Kurdan de, divê li ber çavan bên girtin. Di vê çarçoweya siyasî ya nû de, pêwîstiya Kurdan bi nasname û ewlehiyê heye, lê di heman demê de nabe ku ji hêla hêzên cîhanî yên ku dixwazin aramiya herêmê ji bo berjewendiyên xwe têk bibin, bên bikaranîn!.
Çîn û Rûsya Dikarin Bibin Lîstikvanên Sereke; Di çarçoveya guherîna Rojhilata Navîn de, divêt hêz ji nû ve berê xwe bidin hevkariya bi Avrasyayê re. Çîn û Rûsya dikarin bibin aktorên sereke di çareseriya pirsgirêka Kurd de, hevsengiya menfatên rastîn yên Kurdan bi welatên ku dixwazin yekparebûna herêmê biparêzin. Yekane rêya derketina ji xitimîna Kurd a heyî, bo çareseriya pirsgirêka nasnameya Kurd bi awayekî hişk, hevgirtî û yekgirtî.
(*) Uwidata Internaional: Cîhanek nû çêdibe, cîhanek pirpolar ku serdestiya rojavayî dê bibe tiştek berê dema ku navendên nû yên hêza siyasî li çaraliyê cîhanê derdikevin. Helwestên siyasî, têkiliyên aborî û danûstendinên çandî di metamorfozek bêhempa de derbas dibin ku tê xwestin ku were nîqaşkirin û belgekirin. Vekolînên taybet û gotarên pispor ên Yekitiya Cîhanê ya Navneteweyî ji aliyê medyaya bi bandor a Rojhilata Navîn (El Arabiya, Al Yaum, Anadolu, Ajansa Nûçeyan a Demirören, Ajansa Nûçeyan a Tasnim, Ajansa Nûçeyan a Mêhr, Gazete Duvar ve hatine vegotin).