Azad Ehmed Elî
Piştî bahoza ketina rejîma desthilata li Şamê, pêwîst e em çend rastiyên dîrokî û qonaxên siyasî bînin bîra xwe ku beşdarî avakirina Sûriyeya modern bûne. Ya yekem ew e ku beriya Şerê Cîhanê yê Yekem û Mandaya Fransî ya li ser Sûriyeyê, ti nasnameya siyasî ya bi navê Sûriyeyê bi sînorên niha yan nêzîkî vê mezinahiyê nebû.
Navên herêmên erdnîgarî bi vî navî hebûn lê ew ne nasnameya siyasî ya xwedî giraniya demografîk bûn, ji ber ku civakên kevn ên Sûriyeyê ji şer û koçberan êş kişandin û bindest bûn, heta ku di bin serdestiya împaratoriyên cîran ên wekî Yewnanî/Grîkî û Îranî de ji sedsala heftem beriya zayînê ve hatin qelskirin.
ji ber ku ti sûdeke wê ya siyasî û zanistî nîne em naxwazin vegerin qonaxeke kevntir ji vê dîrokê. Paşê civakên vê herêmê bi awayekî yan yê din ji zordariya Romanî û Bîzansî êş kişandin, bi awayekî ku demên şer dirêj bûn û ji demên aştiyê zêdetir bûn.
Piraniya herêmên Sûriyeya niha di qonaxa Îslamî de wekî Bilad El-Şam dihatin naskirin. Civakên wê azadî û aramiyeke rêjeyî bi dest xist, ji ber ku heta dawiya serdema Ebasiyan baweriya piraniya xelkê Xiristiyanî bû, ev yek li gorî piraniya çavkaniyên Îslamî ye lê rastî zordariyê hatin û ol ji aliyê desthilatdarên herêmî û efendiyên wan ên li paytextê û dagirkeran ve hat bikaranîn heta ku avahiyên civakî û demografîk ên Bilad El-Şamê ji ber şerên Frankiyan têk çûn.
Tiştê ku em dixwazin wekî zanîna dîrokî ya kurt pêşkêş bikin, pêşekiyek e ji bo naskirina taybetiyên avakirina Sûriyeyê û çarçoveyên pêşketina wê ya siyasî, ji ber ku bûyerên niha dirêjahiya paşerojê û ducarebûna wê ne.
Heta radeyekê ku avakirina Sûriyeya hevdem ji rêzikê derneket, şer beşdarî avakirina wê bûn û destpêka jidayikbûna wê bi şerê ku navê wî “Şoreşa Erebî” bû, dest pê kir ku di kakilê xwe de tevgereke çekdarî bû bi serkirdayetiya efserên Osmanî yên Ereb ên di bin alaya Feyselê kurê Şerîf Husên de li dijî Împaratoriya Osmaniyan û di heman demê de hevpeymana bi Îngilîzan re.
Bêyî ku li wateyên vî şerî û sembola wî binêrin, ew şerekî bi serkirdayetiya malbateke Hicazî ya ji derveyî Sûriyeyê bû û îşareteke eşkere bû ji neşiyana civaka Sûriyeyê ya wê demê di pêkanîna serkirdayetiyeke sivîl a yekgirtî û bihêz de ji bo axaftina bi navê civakên xwe ji bo bidestxistina serxwebûn û serweriyê.
Li gel nakokiya di rêbaza nivîsandina dîroka Sûriyeya hevdem jî lihevkirinek heye ku aliyê sivîl û siyasî û yekîtiya civakî ya giştî ya herêmên Sûriyeyê qet tunebû û heke bi rêjeyî jî li hemberî dagirkeriya - Mandaya Fransî ji bo demeke kurt pêk hatibe, ev berxwedan li gel gotûbêjeke dirêj a têkildarî çend mijarên bingehîn ên wekî nasnameya Sûriyeyê ya giştî û veguhastina ji hikûmetên herêmî ber bi hikûmeteke navendî ya li Şamê hebû. Ji ber ku Şam di navbera salên 1918-1920î de paytextê Sûriyeyê bû, Heleb pişt re di navbera salên 1920-1922yan de bû paytextê sê federaliyan ku ew jî dewletokên Şam, Heleb û Elewiyan bûn.
Lê bi awayekî teqez lihevkirina di navbera Brîtanya û hikûmeta Kemal a Tirkiyeyê, li gel şarezayî û nermiya Serok Şukrî El-Quwetlî (1891-1967) beşdarî çespandina nexşeya Sûriye û Libnanê ya bi şêweyê niha bû.
Eger hevkariya rêbazên siyasî û kesayetên bibandor ên rojhilatê Feratê li gel Serok Quwetlî tunebûya, şerê Cizîrê di navbera serhildêr û polîsên bi ser hikûmeta Şamê ve nediqediya. Ew serhildana ku daxwaza serxwebûn/xweseriyê dikir û di navbera salên 1933-1946an de berdewam kir. Bi wateyeke din, eger bawerî bi hevparên civakî û hewldana ji bo hevbeşiya welatî ya siyasî tunebûya zehmet bû ku piştî vekişîna hêzên Fransî û Brîtanî ya sala 1946an herêmên rojhilatê Feratê bi erd û civakê ve bibûya beşek ji dewleta Sûriyeyê.
Hêjayî bibîranînê ye ku jiyana siyasî li Sûriyeyê piştî serxwebûnê jî zincîreyeke şerên navxweyî û derve bû. Şerê Filistînê sala 1948an der bû û ji wir şerên navxweyî yên li ser desthilatê derketin. Leşker li ser desthilatê pev çûn û li ser rêbazên çekdariyê ji hev cuda bûn, ji bilî bangaşeya mijara çarenûsî ya vegerandina Filistînê.
Nakokiyan xwe di şerên navxweyî yên di nav baskên artêşê de nîşan da û bi derbeya efserê Kurd Husnî El-Zeîm a sala 1949an û bidestxistina desthilata li Şamê bi rêya yekem derbeya leşkerî teqiyan. Bi tevgera wî û di serdema wî de şerê tund ê li ser desthilatê xurttir bû û bi rengan neteweyî, olî û herêmî yên Sûriyeyê hat boyaxkirin. Çend meh derbas nebûn heta ku derbeyek li dijî Zeîm jî hat kirin û ew li gel serokwezîr, kesayetiya sivîl doktorê qanûnê Muhsîn El-Berazî yên ku ji giregirên bajarê Hamayê bûn, yekser hatin îdamkirin.
Bûyer xwînî û bi paşxaneyeke siyasî û şerê neteweyî bû heta radeyekê ku hin rojnameyên Şamê di wê demê de ragihand: Bidawîhatina hikûmdariya Kurdî ya li Şamê). Bi vê boneyê û bi rêzgirtina ji bo hemû raman û komplîmentên ku dîroka Sûriyeyê wekî meşeke lihevhatin, hezkirinê û aştiyê pênase dikin jî em rastiyê bi pêş dixin ku nakokiyên siyasî di navbera elîtên desthilatdar de li ser bingeha neteweyî, olî û herêmî ji rojên yekem ên serxwebûnê û beriya wê jî geş bûn.
Heta gihîştina Hafiz Esed a desthilatê ya sala 1970yî de berdewam kir ku wî bi rêya îdamkirina dijberên xwe û bidestxistina temam a desthilat û çavkaniyên neteweyî tundiya siyasî ya navxweyî û şerên wê girantir kirin heta gihîşt desthilata mitleq. Heta ku dezgehên çewisandinê yên ku wî mezin û qelew kiribûn kovî bûn û di heman demê de civaka Sûriyeyê çewisandin û qurmiçandin.
Piştî mirina wî ya sala 2000î kurê wî Beşar bi piştgiriya eşkere ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ( ji bo desthilat ji bav derbasî kur bibe helwesta xwe û daxwaza xwe bi eşkereyî derbirî) cihê wî girt. Heta ku zivirokeke din û bipêşketineke xeternak di rêya şerê navxweyî yê Sûriyeyê de çêbû ku di bin kayê de veşartî bû û ji ber çewisandina civakên Sûriyeyê û wekî bersivekê ji bo guherînên Bihara Erebî, ji bilî destêwerdanên derve û nakokiyên derve yên ku piştî sala 2011an teqiyan.
Li gel xwînîbûna nakokiyê û hovîtiya çewisandinê û dirêjiya dema wê, hêzên mixalefeta leşkerî û sivîl jî ji bilî rojên dawî nekarî şer bi dawî bikin û bi ser rejîmê bikevin. Şerê ku Heyeta Tehrîr El-Şamê li gel hevalbendên xwe di (Rêvebiriya Operasyonên Leşkerî di bin navê Redi Eludwan) de ji roja 26ê Çiriya Paşîn ve dest pê kir heta ketina rejîmê û têkçûna serkirdeyên wê ya sibeha 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an bi dawî bû. Hemû cîhan ji vê encama bilez û bibiriyar a şer şaş ma û gelek çavdêr dimeylînin ku wê wekî xeleqa dawî ya şerê Sûriyeyê yê ku berdewam e ji dehan salan ve bibînin.
Gelo ew rast in? Gelo ew dê pêk were? Astengiya serkeftina vekirina rûpeleke nû ya aştiya civakî û damezirandina rejîmeke sivîl çi qas e? Ev in pirsyarên lezgîn ên îro ku her Sûriyeyek wan di nav lîsteya bi dehan pirsyaran de dibêje.
Çi dibe bila bibe û beriya beşdarbûnê bersivdanê û wekî nirxandineke destpêkî, taybetiya vî şerê bilez ew e ku destkefteke siyasî ya mezin e ku mînaka wê di dîroka Sûriyeya hevdem de kêm e. Bêyî ku li rewş û astengiya çavdêriya gelek aliyan a ji bo pêvajoya veguhastina desthilatê û hewldana afirandina zemîneke têgihîştinê di navbera hêzên çalak ên hundir û rêlibergirtina destêwerdana welatên cîran binêrin. Tirs hîn jî li dora pêvajoya veguhastina siyasî ya bi serkirdayetiya HTŞ û hikûmeta wê ya ku bi lez bi serokwezîriya Mihemed Beşîr hat avakirin heye.
Ya girîng ji bo xwênerê ku bi çavê siyasî yê hêdî û ji bo kesê ku bi zihniyeteke tevlihev û dinamîkî nêzîkî vê bûyera mezin dibe ev guherîn wekî berhema koma têkoşînên siyasî yên nîv sedsalê û wekî encama xebateke bêrawestan a nifşên têkoşerên Sûriyeyê pêk hat ku bi her tiştê hêja û biha, bi canê xwe û malê xwe di rêya guherîna vê rejîma zordar de gorî kirin.
Girîng e ku pêvajoya nehiştina rejîma zordar ji bingehên wê bi rengekî objektîv were nirxandin ku bandora wê ya siyasî ya awarte bibîne.
Her wiha divê taybetiya qonaxî ya wergirtina desthilatê ji aliyê HTŞ û hevalbendên wê yên bi serkirdayetiya Ehmed Şer (Colanî) ve were fêmkirin ku serkeftina wan di bidawîkirina yekê rejîmên herî xerab ên leşkerî yên zordar, şovînîst û mezhebî yên herêm û cîhanê de tê kurtkirin.
Lê pirsa rewa ya li ser şiyana desthilata nû di heman demê de ji bo bidawîkirina şerên Sûriyeyê û çandina tovên aştiya navxweyî dimîne. Gelo ev şer bi rastî dê dawiya şerên Sûriyeyê be yan destpêka xelekên şerên nû be?
Bê guman qonaxa derbasbûnê gelekî aloz e û mînaka trajediya Sûriyeyê li cîhanê tune. Lewma ji bo serkeftina bidawîkirina şerên li Sûriyeyê pêwîstî bi bingehkirina li ser prensîbên ceribandinî yên wekî serweriya qanûnê û rêzgirtina ji taybetmendî û curbecuriya civakên herêmî û xebat ji bo dabînkirina mafên wan di nav de mafê birêvebirina xwe bi xwe heye, helbet ji bilî efûya giştî û parastina mafên mirovan.
Niha pêkanîna vê yekê zehmet e, tenê bi awayekî mimkin e ku serkirdayetiya qonaxa veguhestinê ji elîtên niştimanî pêk were ku nîvê wan zana û nîvê din mirovên pak bin. Ango pêwîst e ku şarezayên niştimanî yên dilsoz û elîtên siyasî yên paqij û bilind ku li ser bazê dijberiya tund û kerb nabin, li hev kom bibin. Ev kes bi piranî di civakên Sûriyeyê de hene.
Ji bilî vê yekê, pisûle nîşan dide ku şerê rûxandina desthilatê li Şamê li ser rêya tevliheviyeke dirêj şerê yekem ê Sûriyeyê ye ku dê tiştê ji welat mayî wêran bike û beşeke din a civakê koçber bike. Dê bibe destpêka nakokiyên navxweyî ku tenê bi wêrankirina tevahiya welêt bi dawî dibin da ku bibe erdeke bê ber û belkî bi awayekî qismî gotina "erdeke bê gel" pêk were.
Çavkanî: Rûdaw