Şerê Filistîn-Îsraîlê: 35 rojnameger mirine

.

Ofîsa Medyayê ya hikûmeta li Gazzeyê, hejmara rojnamegerên di encaa êrîşên Îsraîlê de mirine, aşkere kir.

Ofîsa Medyayê ya hikûmeta li Gazzeyê, ragihand ku ji 7ê Çiriya Pêşiyê heta niha, di encama êrîşên Îsraîlê de, 35 rojnameger mirine.

Ofîsa Medyayê li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek weşand û lîsteya rojnamegerên mirine, aşkere kir.

Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) jî diyar kiribû ku heta 29ê Çiriya Pêşiyê, bi kêmanî 29 rojnameger mirine.

Li gorî daxuyaniyê, 24 rojnamegerên filistînî, 4ên îsraîlî û rojnamegerekî libnanî mirine, 8 rojnameger birîndar bûne. Her weha 9 rojnameger winda ne yan jî hatine desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e