Li gor hesaba kurmancî ango hesaba hîvê îro serê Gulan`ê ye. Tê gotin ku Serê Gulanê roja îlana damezirîna dewleta Merwanî ye.
Dewleta Merwanî di 983 yan de bi seroktîya Baz (Husên) kurê Dostik (Baz bîn Dostik) dadimezire. Baz kurê Dostik bi hesaba kurmnacî roja Serê Gulanê, wek roja damezirîna dewleta Merwanî radigihîne. Îlan dike. Û roja damezirîna dewleta Merwanî; bi roja wekhevî, biratî û roja lihevkirinê bi nav dike.
Baz, ew roj bangê hemî hemwelatîyan dike ku, wê rojê wek cejinê pîroz bikin. Ku di wî rojî de mîr û amîr, dewlemend û xizan nemînin. Tev bibin wek hev. Ew roj di navbeyna tu kesî de dilmayîn, xeyd û dilsarî nemîne. Û bang dike ku dibê; bila ew roj kes di malên xwe de nemîne. Çi mîr û çi amîr çi gundî û çi rêncber, dewlemend û xizan, her kes bi cil û bergên xwe yên herî xweş derkevin seyranê. Dibêje; ev roj dê dewlemend, xwarin û vexwarinên herî xweş amade bike û hemî hemwelatî bihev re bixwin. Wisa, ku kes firqa dewlemda û xizanan nebîne. Def, dihol û bilûr heta êvarê lêxe..
Ew roj ev roje; Li paytexta dewleta Merwanî Meyafarqîn, Pasûr,Hezo û Sason Serê Gulanê wek rojekî pîroz tê pîroz kirinê. Di wî rojî de di mal de mayîn, wek bê oxirî tê qebûl kirinê.
Serê Gulanê li gundên herêmê, ji ber kar û baran ev cejin roja betalî (betlane) ya hefteyê roja Înî yê dihate pîroz kirinê. Gundî sibê zû sîtil, beroş û goşt û xwarinên xwe yên din digirtin û diçûn cîhê pîroz û xweş. Li wê tivikên xwe vedidan, sîtilên xwe didan ser û agirên wî vêdixistin. Jin ji bo çêkirina xwarinan bi hemî hunerên xwe kar dikirin. Heta mêr ji nimêja înîyê dizivirîn, xwarin û sifre û sênîyên xawrinê amade dikirn. Pêşî mêr li alîkî xwarina xwe dixwarin û paşinê jî jin û zarok dixwarin. Piştê xwarinê govenda bi def û diholê, lîstik û pêşbirkên wan dest pê dikirin. Heta derengê şevê bihevre dixwar û vedixwar û roja xwe diqedandin.
Ne dîrok û ne jî çîroka Serê Gulanê, ne wek yê 1´ê Gulan`a ku ji aliyê karkeran ve li hemî cîhanî tê pîroz kirinê ye. Ya karkeran pêşî di 1856 de li Avûstralya karkerên kevir û înşiata li bajarê Melbourê ku karker ji Zankoya Melbournê heta Mala Parlamentoyê ji bo kêmkirina katên kar (ji bo 8 katjimêrî) xwepêşandanekî pêk tînin.
Ya duhem jî; ya li Amerîka ye. Di 1ê Gulana 1886 de, sendîkayên karkeran li himber rojê 12 katjimêr û 6 rojên hefteyê kar xwepêşandanekî pêk tînin. Û ew roj wek roja karkerên cîhanê tê qebûl kirinê û heta îro jî li hemî cîhanê wek roja têkoşîna karkeran tê pîroz kirinê.
Divê, em Serê Gulana xwe derxin pêş. Wek xwe bijîn û pîroz kin..
RN/Selma Akar
13.05.2020