Li bajarokê Til Helef ku dikeve 2 kîlometriya rojavayê bajarê Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve piştî gefa kuştinê dest danîn ser 20 dikanên xelkê navçeyê.
Li gor çavkaniyên xwecihî û Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 11ê vê mehê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, li bajarokê Til Helef ku 2 kîlometre dikeve rojavayê Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê piştî gefa kuştinê dest danîne ser 20 dikanên xelkê navçeyê.
Di dema dawî de, grûpên çekdar dest bi kampanya destdanîna ser dikan û milkên kesên ne alîgirê wan in li Serê Kaniyê û derdora wê kirine.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî ve, grûpên çekdar bi hinceta parastina berjewendiyên giştî û nebûna belgeyên fermî yên wan dikanan, dest bi ser wan de digirin.
Serê Kaniyê li gel bajarê Girê Spî, Cotmeha sala 2019an di encama êrişeke berfireh a artêşa Tirkiyê de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve.
Tirkiyê wê demê bi wergirtina glopa kesk ji Amerîkayê, operasyonek bi navê Operasyona Kaniya Aştiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê destpê kir û di nava çend rojan de herdu bajarên Serê Kaniyê û Girêspî tevî dehan gund û bajarok dagîr kirin.