Şerê Tirkîye û PKKê 11 gundên Kirîstîyanan li Zaxo vala kirine

Topbarana Tirkîyê û şer û alozîyên di navbera Tirkîye û PKKê de, bûye sedema xalabûne 11 gundên Kirîstîyanan li qezaya Zaxoyê.

Navenda Nûçeyan - Berdewamîya şer û bi taybet nêzîkbûna topbaranan ji gundê Kirîstîyanan, tirs û nîgeranîya kirîstîyanan zêdetir kirîye û gelek ji wan jî koçber bûne.

Qeymeqamê Zaxo Botan Mihsin Salih di wê derbarê de ji K24ê re ragihand, gundên Kirîstîyanan bi temamî hatine valakirin û gelek zîyanê gihîştîye zevîyên wan.

Ji encama şer û operasyona Tirkîyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bûye sedem ku zêdetir ji 90 gundên Kirîstîyanî û Musilmanan li qezaya Zaxo vala bibin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e