Şerefedîn Gurbuz di 1962yan de li bajarokê Pertekê yê girêdayî Dêrsimê hatiye dinyê, wî xwendina xwe ya bilind di warê endazyariya jeolojiyê de li Zonguldakê kiriye. Piștî çend sal xebata weke endazyar li Çiyayê mazî (Mazîdax), ji ber zilma darbeya leșkerî ya 1980yî, Kurdistanê bicî dihêle û tê li Fransayê dibe penaber. Piștî hînbûna zimanê fransî, di 1991ê de, li Enstîtuya kurdî ya Parîsê dest bi kar dike û heta dawiya jiyana li wir dixebite.
Ji ber ku van demên dawiyê li pêrgîniya Enstîtuyê kar dikir û li gel karê xwe yê bingehîn, amadekirina berhevoka nûçeyên li ser Kurdan di çapemeniya rojava de (Bulletin d’information), hemî karên pratîk ên wê jî dikirin û bi dilgermî pêșwaziya mêvanan dikir herkesî jê hez dikir û navê wî û Enstîtuyê bûbû yek.
Lê mixabin ji ber êșa guhê xwe « tinnitus »a ku tê maneya fîkandin an xușexușa di guhde, ku bi salan e dikșîne debar nekir û dawî li jiyana xwe anî. Bi navê Elzem keçek û yê Çaxil jî kurekî wî heye.
Li ser daxwaza wî ya ku di nameya li dûv xwe hiștibû de diyar kiribû, wê termê wî li Kurdistanê li gundê wî bê veșartin.
Ji bo bîranîna wî jî, wê 10ê tebaxê de roja şemiyê, li Enstîtuya kurdî ya Parîsê, saet ji 15 ta 19an sermoniyek pêk bê.