Serêkaniyê- Mîlîsên ser bi Tirkiyê 30 kes desteserkirin

.

Rewangeha Sûriyê Mafê Mirovan (SOHR) aşkere kir di heyama 72 saetên dawî de 30 kes li Serêkaniyê ji aliyê milîsên ser bi Tirkiyê ve hatine desteserkirin.


Ligor daxuyaniya SOHRê hêzên milîsên opozîsyona Sûriyê çend roje dest bi desteserkirina xelkê sivîl li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kiriye. Herwiha hêzên milîsên opozîsyona Sûriyê bêrêzî beramber xelkê kirine û bi awayekî hovanê bi ser malên xelkê de girtine.

Cihê behsê ye milîsên ser bi Tirkiyê li bajarên Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê bi tohmetên cûr bi cûr bi ser malên xelkê de digirin û xelkê sivîl desteser dikin û hewl didin bi ser demografiya bajarên kurdan biguherînin.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne