Navenda Nûçeyan- Sererkanê Pêşmerge ragihand, Amerîka dê çekên nû bide hêzên Pêşmerge û wan bihêz bike.
Sererkanê Pêşmerge general Cemal Êminkî ji televîzyona K24 re gotîye, Amerîka dê 14 tabûrên Pêşmerge pir çek bike û da zanîn, di qonaxa yekem de 109 otomobîlên zirhî yên serbazî gihîştine Wezareta Pêşmerge.
General Êminkî her wiha ragihandîye, Amerîka dê destpêkê tabûrên 14 û 16 yên Pêşmerge pir çek bike, paşê tabûrên din pir çek bike.