SERÊSALA KURDÎ 13 ROJAN PIŞTÎ YA PÎROZBAYIYA SERSALA ALEMÊ(MÎLADÎ) YE
Li gorî ku ez ji ilm, qewl, dua, cimayî , îd-cejin, çande û hwd. yên me Êzdiyan fêhmdikim, pîvana serêsala kurmancî-Kurdî, bi afirandin û tevgera erdê(dinyayê), ya ku dor jojê tê gerandin ve girêdaye û ev salnama me Kurdan a herî raste.
Belê, dema rewșenbîr, zane, oldar û whd.’ên me Kurdan, li nav kevneșop û zargotinên ilm, qewl, dua, beyt, cimayî û îdên me Êzdiyan binêrên, ewê di wir de jî bivînin ku, şaristanî û merivatî li ser xaka di nav ava çemên Dîcle û Feratê de hatiye afirandin. Ji wî wextê kevin, yê ku bi hezarên salan beriya zayîna Îsa pêxember dest pêkiriye û heta vêga hêjî gelek cejn, cimayî û îdên me Êzdiyan ”Kurdên resen” li gorî salnama rojhilatê-“a ku ilimdar û qewilzanê Êzdîtiyê birêz Adnan Xêravayî jêra dibêje, hesabê Manga Melik Fexredîn” têne gerandin û pîrozkirin.
Belê ilimdar û qewilzanê Êzdîtiyê birêz Adnan Xêravayî, di sebeqeyeke Qewlê Şems û Fexrê Mîra” de dibêje:
“Sira Padşê min hat hinda ve,
Li Şems û Fexrê Mîra dikir silav e,
Li çardê mehê de vedigere tav e,
Tav li çardê mehê vedgeriya
ji nîşan û hesabê Enzelî ye,
Ji qudreta Padşê min î bêrî ye,
Ji qudreta Padşê min î cebêr re.
Meh, sal û zemana vedigêr e
Li çardê mehê tav jî vediger e
Ango, roja çardê meha mîladî, dibe yekê meha-li gorî hesabê Manga Melik Fexredîn têye hesapkirin-“ salnama rojhilatê.
Vêca, gava meriv li dem û wextên pîrozkirina van cejnên me Êzdiyan binêrin, meriv dibîne piraniya wan hêjî li gorî vê salnama rojê (a ku li gorî hesabê Manga Melik Fexredîn têye hesapkirin) têne gerandin û pîrozkirin.
« Wate, rojî û wextên pîrozkirina hinek cejinên me Êzdiyan
ji xwe hûn jî dizanin ku , ez eva serê 39 salan vî karê berhevkirina zargotin(dîrok û kevneşopiyên ku di hiş û mejuyên endamên civaka Êzdî de mane), lêkolînkirin û nasandina ola Êzdîtiyê dikim. Min heta niha çar pirtûk û gelek gotar li ser vî karê xwe, di gelek kovar, malper û rojnamên Kurdî de weşandin e. Min di hemû berhemên xwe yên ku hatine weşandin de gotiye û ez vêga jî dibêjim, “Ez gelekî xemgînim, ku hêjî piraniya „akademîkkar“, birêvebirên ol, mal, komel û medyayên me hêjî nebûne hêzeke civakî û netewî. Û piraniya wan hêjî nizanin ku; ”EZDA navekî Xwedê ye û EZDAHÎTÎ jî maka hemû mîtologiyên xwezayî û pirtûkên pîroz e û gelek wan hêjî navê Xwedênasîn(Ezdahîtî)a me li goriya zanîn û zimanên xerîban şaş didine xwanêkirin…
Ez jî timî li goriya dîtina xwe dibêjim, gava meriv dîroka xwe ya kevn baş nas neke, meriv nikare dîrokeke nû jî rast baş biafirîne. Her çiqas hinek dîrokzane û lêkolînvanvên di dinya yê de pir bi navûdengin, di nav lêkolînên xwe yên li ser mirovatî, mîtologî(qewl, duha, beyt, sed û hed), ziman, civak, çande, xak, stêrk, efsane, destan, çîrok û akademînasînê de li ser afirandina dinya yê rawestiya bin jî, tu kesî nikarîbuye-nikare vê kuraya ku di nav baweriya ilmê(zargotina) Êzdî(Ezdahî)tiyê de hatiye gotin û vêga hêjî tê gotin, „di kaînat û dinya yê de Xwedê yek heye. Gava Milyaketan li ber heyiya Xwedê, kaînat û dinya ji bona berjiwendiyên giyanderan xemilandine, ewan hingê pêwîstî bi alîkariya tu beṣer anjî pêxemberan tûnebû ye. Xwedê û Milyaket vêga hêjî ne hewceyî alîkariya tu qazid anjî hêza giyanberên ku wan bi xwe ew afirandine. Xwedê û Milyaktan baṣî û nebaṣiya jiyana giyanberan(ne ya mirovan tenê) ji kiryarên wan ra hîṣtine “ ṣîrove bikin. Lewma ez jî dibêjim, xêr û ṣerên mirovan di dilê mirovan de ye. Gava kî ji bo Xwedê be, Xwedê jî ji bo wî/wê ye !. EZDAHÎTÎ maka hemû mîtologiyên xwezayî û pirtûkên pîroz e!.
Li aliyê din, weke ku di nav hinek rûpelên dîroka derbasbuyî û zargotina me de tê xwanê kirin, gava mîtîngehker hatine Kurdistan bi şûrê zorê dagir kirine pêve, êdî ewan bi alîkariya hinek olperest- begên Kurdên paşwerû û şêwirdarên Ewrûpayiyan, tovê bêtifaqî û neyartiyê jî berdane nava civaka Kurdî ya herî qedîm. Lê, XWEDA ṣada ye ku, piraniya bav-kalên me ÊZDIYAN di her wextî û di her cîhî de, li himberî zilm û xezeba mîr, beg, axa û artêṣên dagirkeran li ber xwe dan e, ew teslîmî wan olperestên fanatîk, bêbext, nijadberestên xwînxwar û hovane nebûne. Lewma divê em ŞARİSTANİYA KU ÊZDİYAN Lİ SER ERDNÎGARİYA KURDİSTANÊ DESTPÊKİRYE NASBİKİN Û BİPARÊZİN! …..(berdewam binêren li çavkanî: *1)“
Gelek dîroknasên Kurd, yên birêz dizanin ku di wexta beriya xaçparezî û îslamî bê bikeve nava welatê me , hingê gelek cejn û îdên me Êzdiyan hebûne. Lê mixabin, ji ber zilm û zora dagirkerên welatê me û neheqiya di heftêdû fermana de bi serê bav-kalên me de hatine, îro kes ji me hew dikare bitevayî derheqê pîrozkirin, hebûn û yekbûna cejnên me Êzdiyan de agehdariyên temam bide. .......
Ji ber ku di Êzdiyatiyê de gelek Xwedan, Xas û Qelenderên dînî hene, ew gelekî bi xof û rahmên û ew gelek îd û rojiyan ji bo Xwedan, Xas, Qelender, Paresgeh, silavgeh, Ziyaret, Cemayî, dawetnebî û whd.ê ku di herêmên wan de hene û pîrozin digrin û cejnên wan pîroz dikin.
Min derheqê wate, rojî û wextên pîrozkirina hinek cejinên me Êzdiyan de weha gotiye û dêjim: weke ku ez di jiyan û ilmê Ezdahîtiyê de dibînim, em Êzdî hêjî vê ” salnameya ku 13 rojan derengî salnameya mîldalî” destpêdike pîrozdikin.
Wate, rojî û wextên pîrozkirina hinek cejinên me Êzdiyan
Nav û wate ya cejnê Weke cejina tevayî
anjî ya herêmî ye Wextê cejinê
ji bo her salê Herêma ku ev cejin lê tê pîrozkirin
Îda Belindê
« Tê zanîn rêwresmên vê cejnê vedigerin serdemê hinga ku mirovan çandinî naskiriye.Li gorî çavkaniyên dîrokî someriyan û Babliyan ev cejin hebû û bi hêviyek mezin pîrozdikirin wate li gorî bîrûbawerên wan ew dendika dexil û danê ku hatî bin axkirin, xwe gorî jiyanek nû dike lewre pêwîstî bi pîrozî rêzlênanek taybet heye, heyanî îro jî li cem Êzidiyan rêwresmên vê cejna bi hezarên sala kevin tên gêran. Berdewam binêrin li (*2.)» Niha tenê li başûrê Kurdistanê tê pîrozkirin. “Ev cejin li dawiya werzê çandinê wate li bin axkirina tovê dexl û danî têgêran.(*2)” Niha tenê li başûrê Kurdistanê tê pîrozkirin.
Batizimî,
Cejina pîrê Alî .
Berdewam bînêren li (*3)
Ya Êzdiyên ji herêma Çêlka(Torê) û Çolî(Qelaçvanî) ye Îna duyemîn ya piştî Îda Êzî destpêdike. Her devera ku Êzdiyên Çêlka(Torî) û Çolî(Qelaçvanî) lê dijîn.
Serê sala kurmancî Di nav tevaya Êzdiyan de Hersal di roja 14.01.(salnameya mîladî) de cejine Di nav tevaya Êzdiyan de
Çilê Zivistanê :
Dawiya sir, seqem, cemed û serma zivistanê Berdewam bînêren li.(*4)
Tenê hinek dîndarên Êzdiyan( yên weke Feqîrên Şêx Adî û whd.) vê îdê çêdikin Piştî çil rojiyên çilê zivistanê, yên di dawiya meha çile anjî di destpêka meha sibatê, ya her salê de ye. Her devera ku dînadaran lê rojî girtine de
Xidir Elyas û Xidir Nebî
Weke Xwedanê Miraza (hizkirin, evîn û hêviyê), mirad xwazan, xefûrê rêya, piştevan(hêviy)ên kesên nexweş, hêjar, xîzan, girtî, sembola jiyîna nû(ava hayatê, zemzem e), li her deverê zindî-amade ne pîrozdikin. Berdewam binêrin li (*5) Ne ferze ku hemû Êzdî van sê rojiyên Xidiryas û Xidirnebî bigrin. Lê, evdê ku van rojiyan digrin, divê heft sala li ser hevûdinê bigrin. Di heftiya meha Sibatê(meha 2 ya salnama kurmancî) ye yekemîn de, di roja dûşembê, sêşembê û pênçşembê rojî bigre û roja înê jî cejna wan çêke. Di nav tevaya Êzdiyan de
Kiloçê serê salê (Çarşemê hesava).
Berdewam binêrin li (*6):
Her devera ku Êzdiyên ji Qafkasiya yê lê dijîn. Çarşema meha sibatê ya ewlîn û li goriya salnama kurmancî. Di nav tevaya Êzdiyên Qafkasiya yê de
Çarşema sor
“Li gorî mîtolojiya Êzdîyatiyê, çend kevneşopên ku roja çarşemê pîroz dikin evin:
Tawisî-Melek hersal carekê di roja çarşema yekemîn ku di keve serê meha nîsana rojhilatî de ji ba Xwedê tê dahirî ser erda Lalişê dibe û ev roj dibe sersala Êzîdiya.
Milyaketan di roja çarşemê de ruh berdaye qalibê Adem.
Roja çarşemê roja cimayî, dawetnebî û hemû cejnên pîroze.
Roja çarşemê roja şûştin û gera cin, perî û milyaketa ye.
Em Êzîdî hêjî bi taybetî hemû rojên çarşemên di meha nîsanê de dikine cemayî û dawetnebî.
Em Êzîdî hêjî di tevaya meha nîsanê de tû dawetan çênakin û di hemû rojên çarşemen salê de jî tûcarî mahrê na birin.
Roja çarşemê roja betlana Êzîdiyan ne
Ûwd.
Çarşema Sêre Nîsanê
Şixadî Şêxalê Şemsa xweste dîwanê
Da qayîm bikin dîn û îmanê
Ev e îda Kurdistanê.“ Berdewam binêrin li (*7) Ya tevaya Êzdiyan e. Li goriya hesabê salnama kurmancî , Çarşema ewlîn bikeve meha nîsanê Di nav tevaya Êzdiyan de
Basinbar
Ev ji hiriya miyan tayikekî bi teşiyê dirêsin. Dûre benikê xwe bi her sêh rengên pîroz di rengînin û ji vî benikî re dibêjin basinbar. Merivên Êzdî vî benikê basinbar bi qevda destê xwe ve girêdidin û hêvîdikin ku nezer, nexweşî, bela û kêmasiyên sala nû neyê ne serê wan. Wekî din jî benikê basinbar, li ba me Êzdîan symbola bereketa demsala biharê, zad , pez, dewar û hemû zêdebûnê ye. Lewma, hêjî gelek Êzdî di roja heftê nîsanê de basinbar bi hemû dewar û pezên xwe vedikin. Hinek jê jî basinbar bi serê darikê ku pelora Xidir Elyas û Xidir Nebî pê li hevûdinê xistine vedikin û dibin di nava hemû zad û çandiniyên xwe de diçikînin.
“Rengên li ba Êzdîyan pîroz kesk,sor,zer û sipî ku rengên all û tabîat(xwezay)a Kurdîstanê ne. Berdewam binêrin li (*8) Di nav piraniya Êzdiyan de. Em Kurdên Êzdî ji berê ve, basinbar timî roja îna ku dikeve piştî sersala kurmancî, di roja heftê meha nîsana Kurdî û nihajî gelek jê di roja cejina Çarşema sor de û di meha nîsanê deçêdikin.. Di nav tevaya Êzdiyan de
Tuwafên Welatşêx
Cejina Memê Şivan
Di zargotina me de tê gotin, “Berê li herêma Xaltiyan de gelek navê xwedanê Memê Şivan hebuye , lê mixabin em niha nikarin zêde agehdariyan li ser wate û vê ocaxê bibêjin.” Li hinek herêmên Xaltiyan de, li goriya salnama kurmancî, hersal roja îna ku dikeve dawiya meha Gulanê de dawetnebiya vê cejinê çedikir. ?
Çilê Havînê
Dawiya rojên germ û dirêj.
Berdewam binêrin li (*4) Tenê hinek dîndarên Êzdiyan(yên weke Feqîrên Şêx Adî û whd.) vê îdê çêdikin Di nav meha tîrmehê ya her salê de destpêdike.
Her devera ku dînadar Êzdiyan lê rojî girtine de
Bîranîna Cangoriyên Êzdiyan
Di Kronolojiya dîroka hinek ferman û tevkujiyên ku berê li Şengalê pêk hatine de jî têxwanê kirin ku, tevaya tûnekirin, zilm û zora ku desthilatdar, dagirker û olperestên di nav û derveyî Êzdîxanê de bi serê bav-kalên me Êzdiyan ve anîne û wan misiyonerên ku bi malê dinya yê pêşiyên me Êzdiyan xapandine. Berdewam binêrin li (*9). Divê di nav hemû Êzdiyan de bê pîrozkirin. Di nav meha Tebaxê ya her salê de ye.
Her devera ku mal û komelê Êzdiyan lê dijîn
Cimaî ya Şerfedîn
“Qewlê Şerfedîn
Ciwabê bidne Kurdistanê
Bila qayîmken Îmanê
Şerfedîn mîre li dîwanê
….
Di berdewama vî Qewlî de diyar dibe, mîr Şerfedîn çawa daxwaz û du`aya ji Siltan Êzdî(yanî Xwedê) dike ku bo Êzîdiya bibe mehdî.” Berdewam binêri li (*10)
Ev cejina li ba Ezidiyên ku xwedanê wan Şerfedîn e têye pîroz kirin. Êzdî di vê rojê de li ser ziyareta Şerfedîn nêzikî hevdibin, dua dikin, xwarin û vexwarin bi hevre dixwin û vedixwin. Xêra miriyan ji aliyê malbatan têye belav kirin.
Li nav Êzîdiyên Xaltiya de, Ziyareta Mezela Kekê (jire digotin Ziyareta Şerfedîn), di nav aqarê wîlayeta Sêêrtê de li gundê Êrenzê ye. Di wexteyekî de piraniya bineciyên vî gundî tevdek pêşîmam bûne. Berdewam di " . Berdewam binêrin li (*11). Li devera Ezidiyên ku xwedanê wan Şerfedîn e têye pîroz kirin Di nav meha tebaxê ya her salê de ye.
Li devera Ezidiyên ku xwedanê wan Şerfedîn e têye pîroz kirin
Cejna Qurbanê
“Zargotinên me Êzdiyan dibêjin, wexta bedena meriv di nava axê de hate veşartin û şûnde jî ruhê meriv namire. Wexta ruh ji bedenê derdikeve û nikarîbe derbasî axretê bive, ew cardinê vedigere ser ruyê vê dinyayê û di nava qalib(şiklek)ekî dinê de dijî. Ji bo ruhê miriyên meriv li ser ruyê vê dinyayê zû paqij bive û biçe li axretê heta ebedî sax bimîne, divê meriv hergav li gorî mecalên xwe zad (hemû şiklên xwarin û vexwarinan) û qurbanan (weke ser jêkirina ga, golik, gamêş, beran, berx, nêrî, karik, -elok, qaz, ordek û whd.) ji bo xêra(şîv û taştiya) miriyên xwe bide...” Berdewam binêrin li (*12).
“-Êzdî qurbanê ji pez, dewar û teyredeyên nêr didin. Nabe çêlek, mirîşk an mî bikin qurban. Ango, gerekê nêr be, wek ga, beran û dîk...” Birêz Têmûrê Xelîl. Ya tevaya Êzdiyan e. Hesabkirina bapîran a berê hatiye ji bîrkirin, lê niha hinek Êzdî dibêjin,” 50 roj piştî cejina Ramazanê dikin Îd.?” Her devera ku mal û komelê Êzdiyan lê dijîn
Cimaî ya Şêx Adî
“Koçek Merwan li ser Cimaya Şêxadî
dibêje, “gava Şêx Adî qedim(kiras)guhastiye, hingê Êzdî ji hemû heremên Êzdîxanê hatine geliyê Lalişê û hevûdinê li cem merasîmên kirasguhastina Şêx Adî dîtine. Lewma ev peyva cema ji gotina cem hatiye,
piraniya merasîm, rê û rismên di cemaya Şêx Adî de ku li Geliyê LALIŞÊ têne meşandin, bi kirasguhastina Şêx Adî ve girêdayî ne.” Berdewam binêrin li (*13 û