Xwedê xilmeta „Semaheta Babê Şêx „ qebûl bike û serfirazim ku, piştî xembariya min wê ragihandinên „Babê Şêx“ êdî bi nivîsa tîpên latînî jî werine weşandin!
Belê hêjayan, min doh (02.01.2025) di rêya telefonê de gote, rêzdar Şêx Sebah yê berpirsyarê ragihandinê „medya Babê Şêx „ e, mixabin ez weke nivîskarekî Êzdî , tevaya Êzdiyên li Qafkasiya û bakurê Kurdistanê nikarin ji daxwiyanî û çalakiyên rêzdar Babê Şêx, yê serokê „meclisa rihaniya Êzdiyan ya bilnd“ e ku bi tîpên erebî têne weşandin bixwînin . Hêvîdikim, hûn weke berpirsyarên „semaheta Babê Şêx „ hemû daxwiyanî û çalakiyên rêzdar Babê Şêx bi kurmanciya tîpên latînî biweşînin!
Spas rêzdar Şêx Sebah yê berpirsyarê ragihandinê „medya Babê Şêx „ û serfiraz im ku we bi hewildana min ra , pîrozbahiyên rêzdar Babê Şêx , yên ji bona pîrozkirina cejna Batizmiyê*1 û Bêlindê*2 parvekiribûn wergerandine ser kurmanciya bi tîpên latînî.
*Çavakanî:
1- „Semaheta Babê Şêx Cejna Batizmiyê li êla Çêlka pîrozî dike
Bi helkefta hatina cejna Batizmiyê ya êla Çêlka ,ku dikeve roja Înê rêkeftî 3/1/2025,Semaheta Babê Şêx , Şêx Elî Şêx Eliyas ,gerimtirîn û ciwantirîn pîrozbahiya arasteyî hoza Çêlka ya Êzîdiyan dike li kurdistanê ,Îraqê û seranserî cîhanê.
Hêvî xwazin ji êzdanê mezin cejna xêr ,xweşî , bereketê û aramî yê be ji bo hemû Êzîdiyan û bi taybetî êla Çêlka û ev cejn bibe dirêjepêdera e’urf û erkanên dînê me yên aştî xwaz û kevnar wek xwe hey û dê bi mîne.
Dûbare cejna we pîroz be
Her sal bi xêr û xweşî Cejna xwe bi gêrin.
Semaheta Babê Şêx
Şêx Elî Şêx Eliyas
2/1/2025“
2 – „Semaheta Babê Şêx cejna Bêlindê li Êzîdiyan pîrozî dike
Bi helkefta hatina Cejna Bêlindê ku dikeve roja Înê li rêkeftî (3/1/2025) ê, Semaheta Babê Şêx, Şêx Elî Şêx Eliyas, gerimtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî civaka Êzîdiyan bi giştî dike li Kurdistanê, Îraqê û cîhanê, ji êzdanê mezin du’a dikin ku ev cejn bibe dergehek ji bo çandina ruhê aramiyê û lêboryinê û rêyek zêde ji bo geşkirin û vejandina van helkeftan û rê û resmên olî û dîrokî yên Êzîdiyan. ji aliyê civaka ola me ya kevnar li ku derê bin.
Di vê Cejnê û cejnên bên de , ji we yên hêja re saxî û silametiyê dixwazim.
Semaheta Babê Şêx
Şêx Elî Şêx Eliyas
2/1/2025“