Piştî hevdîtinê, Wezîrên Derve yên herdu welatên Rûya û Tirkîyeyê, civîneke çapemenîyê li dar xist.
Di civînê de Çavuşoglu, krîza f-35an/S-400an nirxand û got, Tirkîyê ji rêkeftina S-400an a digel Rûsyayê paş ve gav navêje û tekez kir ku wan digel Rûsyayê ev rêkeftin îmze kiriye û pabendî vê rêkeftinê ne. Herwiha Çavuşogluyî anî zimên ku wan, sîstema S-400an bo xwe kirrîne û nafiroşin welatekî sêyem.
Çavuşoglu herwiha da zanîn ku aniha ew li ser wexta radestkirina sîstemê û herwiha çavlirêyên wê disekinin û got li dijî hiqûqa navdewletî ye ku welatekî sêyem, li dijî rêkeftina nav du welatan derkeve.
Lavrov li ser Girên Golanê: Binpêkirin e
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî jî di civîna çapemnîyê de, li ser Girên Golanê, Amerîka rexne kir û got biryara Amaerîkayê bo nasîna serdestîya Îsraîlê ya li Golanê, bi zelalî binpêkirina hiqûqa navdewletî ye û piştî ku di sala 1967an de Îraîlê Golan dagir kir, Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekgirtî bangî Îsraîlê kiribû ku ji Golanê derkeve û wisa pê de çû:
"Ev yek nîşaneya vê yekê ye ku Amerîka di helwestên xwe de bawer dike ku bêsînor û bêperwa azad e û Amerîka vê keyfîyeta xwe, bi gef, ultîmatom û sepandinan dike yek û di qadê de bi kar tîne. Ev cîyê xemgînîyê ye.