Tevî hemû rêgiriyên întizamata mizgevta Mekkî ya bajarê Zahidanê û qedexekirina dirûşmên dijî Xamineyî û Spaha Pasdaran a terorîst, azadîxwazên Belûç dirûşmên dijî rejîmê dan.
Îro roja Înê 19ê Reşemeyê, piştî nimêja Înê li mizgevta “Mekkî” a bajarê Zahidanê, xelkê azadîxwaz ên Belûç, dirûşmên wek “azadî azadî, mamosteyên olî divê bêne berdan, emê tola xwîna biyarên xwe hildin, mirin bo dîktator û mirin bo Xamineyî”, li dijî rejîma Îranê dan û bervajiyê hemû caran, hêzên rejîmê li cihê dorpêça vê mizgevtê, bi kirêgirtiyên xwe ve di nav xelkê de cihgîr kiribûn ku bikarin bi her awayekê be rewşê kontrol bikin.
Di vê derheqê de Mewlana Ebdulhemîd di xutbeya Înê de got: “Di çanda me de ti cihek bo bêrîzîkirinê tinîne, her kesê daxwaziyek, gotinek an rexneyek û dirûşmeke erênî hebe dikare bibêje, lê dirûşma mirinê bo ti kesekî nedin, ew yeka di kultûra me û Ola Îslamê û rêbaza Pêxember de tinîne”.
Herwisa di bajarê Raskê de jî, rewşeke ewlehiya tund hatibû sepandin, lê xelkê Belûç bi ti awayekê amade nînin dest ji tolhidana xwîna birayên xwe berdin ku bi 100an kes bi hovanetirîn rewşê hatine şehîdkirin.
Di rêkevta 8ê Rezbera 1401an a Rojî de, hêzên rejîma Îranê nimêjkerên mizgevta Mekkî ya Zahidanê dane ber gulleyan û bi sedan kek hatine şehîdkirin û her di vê derheqê de Kempeyna Çalakvanên Belûç daye zanîn, ku wê demê heft zarok jî hatibûne şehîdkirin û panzdeh kesan jî çavên xwe ji dest dabûn.