Di çandîn bajarên rojhilatê Kurdistan û Îranê bi taybet li bajarê Tehranê xelk rijiyane ser şeqaman û di gelek cihan de rê daxistin û di çendîn cihan de şer û pevçûn di navbera xelkê û hêzên rejîmê de qewimî.
Roja Çarşemî 4`ê Xezelwerê di çileya şehîdbûna “Jîna Emînî” de li çendîn bajarên Îranê yên weke “Tehran, Erdebîl, Kirman, Kerec, Reşt, Tewrêz, Qezvîn, Meşhed û Şahînşehrê, xwenîşandanên berfireh hatine lidarxistin û di çendîn cihan de şer û pevçûn di navbera xelkê serhilder û hêzên rejîmê de qewimîn.
Di bajarê Tehranê de li piraniya tax û şeqamên wî bajarî de xenîşandanên berfireh hatine lidarxistin, û piraniya şeqam hatine daxistin û di çendîn şeqaman de şeqam li destê xwenîaşanderan de ne, hêzên û rejîmê di her cihek derfet bibînin xelkê binçav dikin û di piraniya cihan de li hember serhilderan şikest xwarine û revîne.