Serkirdeyekî berê yê YNKê: Berhem Salih sîstema hevserokatîyê qebûl nake!

Serkirdeyekî berê yê YNKê dibêje, cîgirê duyem yê sekreterê giştî yê YNKê Berhem Salih sîstema hevserokatîyê bo YNKê qebûl nake.

Navenda Nûçeyan - Endamê berê yê encumena serkirdetîya YNKê, Mihemed Wetman li ser sîstema nû ya YNKê, ku tê gotin hevserokatî ye, ji BasNewsê re got, biryar bû tenê serok hebe lê wisa xuya dike encumena serkirdetîya YNKê biryar daye sîstema rêveberîya partîyê bibe hevserokatî. Ew biryara wan e û ez nikarim zêde tiştekî bêjim.  

Mihemed Wetman her wiha got, eger sekreterê wefatkirî yê YNKê Celal Talebanî sax bûya, rewşa niha ya YNKê qebûl nedikir û sîstema hevserokatî jî nediket rojevê. Ji ber ku Mam Celal xwedanê YNKê bû û bi xwe dibû sekreterê giştî û ti kes jî nikarîbû behsa hevserokatîyê bike.

Wî serkirdeyê berê yê YNKê anî ziman ku cîgirê duyem yê sekreterê giştî yê YNKê Berhem Salih, ku serkomarê Iraqê ye jî, sîstema hevserokatîyê qebûl nake û erka ku jê re hatîye destnîşankirin, nake.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e