Civîna Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê li Brukselê birêve diçe, hinek serkirde û berpirsên welatên ku endamên Yekîtiya Ewropayê ne li ser xwepêşandanên Îranê û helwesta welatên xwe bersiva peyamnêra Rûdawê dan. Almanya dibêje "nayê qebûlkirin" û Holanda jî dibêje ku ew ê guvaşên zêdetir bikin ku cezayan bi ser Îranê de bidine sepandin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell û Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte îro Çarşemê 15ê Berfanbara 2022an li ser helwesta welatên xwe ya derbarê reftarên Îranê li hember xwepêşanderan de, bersiva pirsên Rûdawê dan.
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell got, “Em ji bo du mijaran sizayan li ser Îranê disepînin; mafên mirovan û şandina çekan bo Rûsyayê ji bo şerê Ukraynayê.”
Ji bo rêgirtina êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê Borrell anî ziman, “Bêguman rewşa Sûriyê her ku diçe pir xerabtir û dîsa gelekî xembar dibe. Em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku bi xwe de biçin lê Sûriye ne di rojeva civînên îro de ye.”
Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz jî got, “Me weke Yekîtiya Ewropayê helwesta xwe diyar kir û me got, tişta ku Îran dike, nayê qebûlkirin, gotûbêj li ser nabe. Hemwelatiyên xwe gulebaran dike. Desthilata Îranê bixwe vê yekê dike û em ê helwesta xwe gelekî zelal eşkere bikin.”
Li aliyê din Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte jî ragihand, “Di hevdîtinên îro de dê rewşa Îranê were rojevê. Em gelekî nîgeran in, em hemû zextê li rejîma Tehranê dikin ku dawî li van tawanan û cezaya darvekirinê bîne. Tiştekî tirsnak e; ev mirovên bi rûmet in ku ji bo mafên mirovan, ji bo mafên xwe yên bi rûmet li welatê xwe bijîn xebatê dikin, ji ber vê yekê em her tiştî dikin da ku zextê li Îranê bikin bi rêya cezayan an jî bi her rêyên din ên berdest.”
Nûçegihana Rûdawê Ala Şalî her wiha li Brukselê ji Macron pirsî, “Piştî xwepêşandanên li Îranê yên ji bo azadiya jinan, li Îranê gelek Kurd bi darvekirinê tên cezakirin. Hûn li hemberî vê rewşa nû çawa tevdigerin?”
Di bersivê de Macron got, “Tu helwesta min di derbarê Îranê de dizanî. Min ji destpêkê ve piştevaniya gelê Kurd kiriye, ez dixwazim careke din piştevanî û hevxemiya xwe bo gelê Kurd li hemû deverê dubare bikim û em hertim ji bo parastina asayîş û silametiya gelê we gelek pabend bûne. Ez dixwazim wê xalê jî dubare bikim, ne tenê li vir, lê bi giştî û heftiya bê ezê herim Emmanê ji bo kongreya duyem a Bexdayê, û dê rewş bi taybetî were gotûbêjkirin.”
Rûdaw