Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê peyamek belav kir û 38emîn salvegera kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnewetî ya di 16ê Nîsana 1987an de ku ji aliyê rejîma Be’s a berê ya Iraqê ve hatibû kirin, bi bîr anî.
Di peyama xwe de, Serok Barzanî got:
"Di 38emîn salvegera tawanê kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan û Dola Xoşnewetî ya ji aliyê rejîma berê ya Iraqê, silav bo giyanê pak ê şehîdanê vê tawanê û hemû şehîdên Kurdistanê. Ev bûyera diltezîn belgeyeke din e lê dîrendeyiya neyarên Kurdistanê û nîşana îradê û xweragiriya gelê me ye li hemberê zilm û dagîrkeriyê."
Ev kîmyabaran, ku yek ji tawanên herî giran ên rejîma Be's li dijî gelê Kurd bû, bû sedema qurbaniyên zêde û ziyaneke mezin li Herêma Kurdistanê.
Serok Barzanî bi vê peyamê careke din tekezî li ser berxwedana gelê Kurd û girîngiya bîranîna şehîdan kir.