Serok Barzanî bi Balyozê Brîtanya re civiya: Destxweşî li rêkeftina Şingalê hat kirin

Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Cotmehê pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî û aboriya Iraqê û encamên pejika Korona li ser jiyana giştî ya li Herêma Kurdistan û Iraqa Federal hate nirxandin.

Herwiha herdu aliyan ronahî xistin ser metirsiyên terorê û ew gefên rûbirûyê proseya siyasiya Iraqê û Herêma Kurdistanê dibin.

Di hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê destxweşî li rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê kir ku di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye wajo kirin û hêviya wê yekê jî xwest ku ew rêkeftin bê bicihkirin.

Serok Barzanî li ser mijarê palpiştiya xwe ya ji bo Hikûmeta Mistefa Kazimî û rêkeftina Şingalê dûpat kir û got, pêwîste ew gefên asteng in li ber bicîhkirina rêkeftina Şingalê û vegerandina koçberan nemînin.

Herwiha hilbijartinên dahatû yên Iraqê jî mijareke din a hevdîtinê bû.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne