Serok Barzanî bi ENKSyê re civiya û tekezî li ser yekrêziyê kir

.

Serok Mesûd Barzanî bi şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re civiya û tekezî li ser yekrêziyê aliyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.

Ofîsa Barzanî li ser civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî îro şandeyeke Desteya Serokatiyê ya ENKSyê qebûl kir ku ji Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Silêman Oso, Feysel Yûsif û Nimet Dawûd pêk tê.

Ofîsa Barzanî di daxuyaniya de diyar kir ku rewşa siyasî û ewlehiyê û pêşhateyên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û helwesta Kurdan hatine gotûbêjkirin.

Ji bilî van mijaran, behsa hevdîtina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serok Barzanî jî hat kirin.

Hat gotin ku Serok Barzanî di hevdîtinê de tekezî li ser yekrêzî û hevahengî û karê hevbeş ê aliyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî: Amerîka, Fransa û Brîtanya navbeynkariyê dikin
MEHABAD - Muzîkjen Sirûş Nûrbexş hat girtin
Ehmed Şer li ser çekdanîna HSDyê axivî
Cengîz Çandar: Ocalan dibêje êdî pêwîstî bi çekan nîne
Melîsa Sozenê ji ber rola xwe ya şervaneke YPJyê îfade da