Serok Barzanî bi helkefta 59 saliya Şoreşa Îlonê peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 59emîn Şoreşa Îlonê peyamek belav kir.

59 sal berê û di roja 11 Îlona sala 1961 de rêberê xebata rizgariya Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî û hevalên wî şoreşek mezin li dijî dagîrkeriyê dan destpêkirin.

Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Pêncî û neh sal berî niha li rojekê wekî îro mezintirîn şoreşa siyasî û çekdarî û civakî ya gelê Kurdistanê li Iraqê bi navê berevanîkirina li mafên rewa yên gelê Kurdistanê hilpêkir. Şoreşa mezin a Îlonê şoreşeke seranserî ya hemû navçeyên cuda cudayên Kurdistanê û hemû çîn û tiwêj û hemû pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê bû. Her çende destkeft û xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê ji wê demê heta niha heye hemû encam û berdewamiya hêz û berfirehiya şoreşa mezin a Îlonê ye.

Şoreşa Îlonê xwendingehek jî bû, ji bo pêgihandina xebatkar û têkoşerên seranserê Kurdistanê. Ew şoreş îrade û bawerî bi xwebûnê ji bo gelê Kurdistanê vegerand û ji bo neyarên gelê Kurdistanê jî selmandin ku nikarin li rêya îhmalkirin û zordarî û sîtemkariyê wiha li xelkê Kurdistanê bikin destberdarê mafên xwe bin. Şoreşa Îlonê ji bo wê yekê di dîroka xebata gelê me de pir girîng e, ji ber ku di yek navçeyekê de nehate kurtkirin û rêkxistin û bîr û bawerî û Pêşmergebûnê û hêviya kûrahiya dilê xebatkar û têkoşerên Kurdistanê nêzîkî hevdû kir.

Di vê bîranîna pîroz de em tekez li wê yekê dikin ku biha û hêz û tîhniya Şoreşa Îlonê em tu demekê ji bîr nakin û ew çiraya rêya xebata gelê me dimîne. Pêzanînên min ji bo xebat û keda hemû şoreşger û Pêşmerge û kadîrên Şoreşa Îlonê heye çi jin û çi zilam ku qehremanane rola wan di vê şoreşa mezin de hebû. Hezaran silav li giyanê pak ê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên rêya azadiyê.

 

Mesûd Barzanî

11 Îlon 2020

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne