Serok Barzanî bi şandeyeke ENKSyê re civiya

.

- Serok Mesûd Barzanî bi şandeya serkirdayetiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re civiya.

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Baregeha Barzanî di daxuyaniya de diyar kir ku pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û helwesta Kurdan hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de Serok Barzanî "tekezî li ser piştgiriya doza gelê Kurd a li Sûriyeyê û pêwîstiya yekrêzî û yekhewlestiya aliyên Kurdî û berçavgirtina berjewendiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê û girîngiya diyalog û rêkarên aştiyane kir."

Baregeha Barzanî di daxuyaniya xwe de her wiha anî ziman:

“Serok Barzanî pêşwazî li şandeke serkirdayetiyê ya ENKSyê kir.

Roja Çarşemê 8ê Kanûna Paşîn a 2025an li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî şandeke serkirdayetiyê ya ENKSyê pêşwazî kir.

Di hevdîtinê de derbarê rewş û pêşhatên dawî û guherînên li Sûriyeyê û her wiha helwesta aliyên Kurdî ya li hemberî guherînan guftûgo hatin kirin.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî li ser piştgiriya doza gelê Kurd a li Sûriyeyê û pêwîstiya yekrêzî û yekhelwestiya aliyên Kurdî û berçavgirtina berjewendiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê û bikaranîna diyalog û rêbazên aştiyane kir.”

Siyaset Haberleri

Pêşmergeyê ku pê li mayînê kir şehîd ket
Îro salvegera damezrandina wê artêşê ye ku gelek tawanên mezin li dijî gelê Kurd kirine
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê û Mezlûm Ebdî axivîn
Parêzgerê Şamê yê nû: Em naxwazin li ser ewlehiya Israîlê bibin gef
Emced Osman: Pêwîst e serkirdeyên Herêma Kurdistanê û Mezlûm Ebdî bicivin