Serok Barzanî: Bila encamên hilbijartinan bibe destpêka qonaxeke nû

.

Serok Mesûd Barzanî got: Hêvîdarim ev hilbijartin û encamên wê bibe sedema hêviyek nû û destpêka qonaxeke nû ji bo berjewendiya hemû gelê Kurdistanê.

Hilbijartinên dewra 6. a Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî bû.

Serok Mesûd Barzanî ku piştî hilbijartinan peyamek nivîskî weşand, amaje bi encamdana serkeftina proseya hilbijartinan kir û got, "Gelê Kurdistanê di rewşeke azad de dengê xwe da."

Barzanî got, "Serkeftina vê pêvajoyê bêguman serkeftina gelê Kurdistanê ye û li gel hemû civak û aliyên siyasî. Bi vê minasebetê spasiya gelê Kurdistanê, alîgir û endamên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hemû aliyên siyasî kir.

Serok Barzanî got, “Ez spasiya Komîsyona Hilbijartinan a Iraq û Kurdistanê, hemû aliyên pêwendîdar û hêzên ewlehiyê dikim ku bi hev re bûn alîkar ku proseya hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi ser bikeve. Herwiha got: Hêvîdar im hilbijartin û encamên wan bibe sedema hêviyek nû û qonaxek nû bo berjewendiya hemû gelê Kurdistanê.”

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir