Serok Barzanî bo Koçber Bîrkar: Ez yek ji çil milyon Kurd im gelekî bi serkeftina te xweşhal im

Serok Barzanî di peyamekê de pîrozbahî li wergirtina xelata Fields ji aliyê zanayê Kurd Koçber Bîrkar kir û ragihand, “ez yek ji çil milyon Kurd im gelekî bi serkeftina te xweşhal û şanaz im û hêviya serkeftin û pêşketina zêdetir ji bo te dixwazim.”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got: “Bi xweşhaliyeke mezin nûçeya wê serkeftina mezin me bihîst, ku we di warekî girîng û zehmet ê zanistê wek bîrkariyê de bidest anî.”

Herwiha di peyamê de hat: “Bê gûman keda te bicih hat dê û wê serkeftina te dilê hemû gelê Kurd xweş dike û ez yek ji çil milyon Kurd im gelekî bi serkeftina te xweşhal û şanaz im û hêviya serkeftin û pêşketina zêdetir ji bo te dixwazim.

Di beşeke din a peyamê de hat: “Cihê xweşhaliyê ye ku gencekî Kurd karibe di warê zanistê de pêşbirkiyê bi zanayên cîhanê re bike û xelata navdewletî werbigire. Hêvîdar im kake Koçber bibe nûmeya bilind ji gencên me re û hewl bidin wek kake Koçber bi serkeftin di warê xwendin û zanistî de navê gelê me bilind bikin.”

Professor Koçber Bîrkar xelkê bajarokê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ye û li Brîtaniyayê dimîne, xelata îsal a Fields ku wek xelata Nobel tê naskirin di warê bîrkariyê de wergirt.

Professor Koçer Bîrkar di dema wegirtina xelatê de got ku, hêvî dikim ku min dilê 40 milyon Kurd xweş kiribe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin